1. HABERLER

  2. ÖZEL DOSYA

  3. Li Rûsyayê zanayekî mezin ê matematîkê: Feyzoyê Egîd
Li Rûsyayê zanayekî mezin ê matematîkê: Feyzoyê Egîd

Li Rûsyayê zanayekî mezin ê matematîkê: Feyzoyê Egîd

Prof. Dr. Feyzoyê Egîd zanayekî mezin ê matematîkê ye û zêdetirî pêncî sal e di vî warî de li welatê Rûsyayê xizmetê dike.

A+A-

Piştî ku zanayê matematîkê yê Amerîkayê Walter Rudin nekarî çend pirsên matematîkê piştrast bike, Feyzoyê Egîd ew pirs çareser kirine û ji ber vê yekê bûye endamê Komeleya Matematîkzanên Amerîkayê û endamê Akademiya Zanistên Sirûştî ya Rûsyayê.

Gotar û babetên wî, li kovarên zanistî yên navdewletî têne belavkirin. Heta niha çendîn xelat û madelya bi dest xistine, ya herî girîng jî Xelata Profesor Seresovskî ye.

Feyzoyê Egîd ku ji zaroktiyê ve bi kêşeyên matematîkê ve mijûl bûye, niha zanayekî mezin ê matematîkê ye. Piştî ku zanayê matematîkê yê Amerîkayê Walter Rudin nekarî çend pirsên matematîkê piştrast bike, Feyzoyê Egîd di sala 1971ê de di teza xwe ya doktorayê de ew pirs çareser kirin û navê wî ji sînorên Yekîtiya Sovyetê derbas kir û bû endamê Komeleya Matematîkzanên Amerîkayê

Prof. Dr. Feyzoyê Egîd tevî belavkirina zêdetirî 170 babetên matematîkê li kovarên zanistî yên navdewletî, niha li Zanîngeha Saratov a Rûsyayê, mamosteyê lîsansa bilind e û bi sedan pisporên matematîkê gihandine.

Zanayê matematîkê Feyzoyê Egîd, 23 sal li Ermenistanê û 23 salên din jî li Zanîngeha Bryansk dersa matematîkê daye û niha jî 3 sal in li Zanîngeha Saratov mamostetiya xwe didomîne.

Prof. Dr. Feyzoyê Egîd di sala 1945an de li gundê Baysiz ê Ermenistanê jidayîk bûye. Di sala 1962an de li Zanîngeha Yerîvanê, bûye xwendekarê beşa teknîka matematîkê. Di sala 1966an de ji ber zîrekiyê, ji qonaxa sêyem a zanîngehê bo qonaxa pêncem derbas bûye. Feyzoyê Egîd li navendên zanistî yên cîhanê bi qedr û qîmet tê pêşwazîkirin, kesên ku haya wan ji xebatên wî hene, bi vî mirovê mezin gelek şanazî dikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.