1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Li sê navçeyên Efrînê şer dijwar dibe
Li sê navçeyên Efrînê şer dijwar dibe

Li sê navçeyên Efrînê şer dijwar dibe

Li sê navçeyên Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Cindirês, Bilbil û Şerayê şerê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de dijwar dibe.

A+A-

Li gor çavkaniyên xwecihî û medya nêzîkê YPGê, li eniya Cindirês ku Artêşa Tirkiyê kontrolkirina wê ragihandibû, li gundên Kanî Gewrikê, Kefer Zîtê û Qurbê şerekî giran di navbera çervanên YPGê û hêzên Tirkiyê de diqewime.

 

Li eniya Şera gundên Kefer Romê û Qurtqulaqê jî dîsan şer heye lê heta niha derbarê qurbaniyên şer û pevçûnan de ji aliyê herdu aliyan ve ti agahî nehatine belavkirin.

 

Li gor heman çavkaniyan, li gundên Berkaşê, Qaşa, Bîbeka û Qota yên Bilbilê jî şer û pevçûn hene û hat ragihandin ku topxane û firokeyên şer ên Tirkiyê navçeyên derdora Efrînê topbaran û bordûman dikin.

 

Li aliyê din, piştî kontrolkirina gundê Metîna û santrala serekî ya ava Efrînê, çekdarên opozîsyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ava vexwarinê bi tevahî ji ser bajarê Efrînê birîne.

 

Lê gor amarên dawî yên Tendirûstiya Efrînê, ji destpêka operasyona Efrînê (20ê Çileya 2018) ve 219 sivîlan canê xwe ji dest dane, 657 sivîl birîndar bûne û herwiha 68 hezar kes jî koçber bûne.(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.