1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Li sînorê Yûnanê îşkence li cîgirê şaredarê Îdirê kirin
Li sînorê Yûnanê îşkence li cîgirê şaredarê Îdirê kirin

Li sînorê Yûnanê îşkence li cîgirê şaredarê Îdirê kirin

Cîgirê Şaredarê Îdirê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halis Guney û hevalê xwe yê bi navê Îsa Sefa, li Edirneyê di dema ku dixwestin derbasî sînorê Yûnanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin desteserkirin û piştre jî îşkance li wan hatiye kirin.

A+A-

Cîgirê Şaredarê Îdirê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halis Guney û hevalê xwe yê bi navê Îsa Sefa, li Edirneyê di dema ku dixwestin derbasî sînorê Yûnanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin desteserkirin û piştre jî îşkance li wan hatiye kirin.

Parêzer Bumyamin Înce li ser hesabê xwe yê twitterê wêneyê Cîgirê Şaredarê Îdirê Halis Guney belav kir û ragihand: “Duh bi şev muwekîlê min li Edirneyê ji aliyê cendermeyan ve hate destserkirin û bi vî awayî îşkence lê kirine. Em dê gilînameya xwe tomar bikin.”

Hat zanîn ku Halis Guney û hevalê wî Îsa Sefa piştî ku xwestine li herêma gundê Doran ê Edirneyê bi Çemê Merîçê re derbasî sînorê Yûnanê bibin hatine desteserkirin, bo dozgeriyê hatine şandin. Sefa bi hinceta “propaganda” û “binpêkirina sînoran” hate girtin, lê karûbarên yasayî hêj derbarê Halis Guney de berdewam in.

Derbarê bûyerê de Parlamenterê Îdirê Habib Eksîk jî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand: “Ez kesên li Edirneyê îşkence li cîgirê şaredariya me Halis Guney û îsa Safa kirine, bi tundî şermezar dikim.  Kesên ku bêhiquqiyê, zordestî û îşkenceyê weke rêbazekê bikar tînin dê rojekê bê guman li hemberî hiqûqê hesab bidin. Bila bizanin ku îşkence weke tawaneke demborî nayê qebûlkirin.”

Herwiha hat zanîn ku dê îro îfadeya Halis Guney were wergirtin û dê ligel dosyaya ku li Îdirê jê dihat darizandin bikin yek.

Piştî ku qeyûm li şûna şaredarê Îdirê hatibû danîn, Halis Guney jî ji kar hatibû dûrxistin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.