1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Li Sûriyeyê di temûzê de 887 sivîl hatin kuştin
Li Sûriyeyê di temûzê de 887 sivîl hatin kuştin

Li Sûriyeyê di temûzê de 887 sivîl hatin kuştin

Li Sûriyeyê meha borî 547 kes jê ji êşkenceyê 887 sivîl hatin qetilkirin..

A+A-

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) eşkere kir ku li Sûriyeyê di meha temûzê de piraniya wê bi destê rejima Beşar Esed ve 887 sivîl hatin kuştin.

SNHRyê di rapora meha temûzê ya ku der barê kesên ku li Sûriyeyê mirin de eşkere kir ku 887 sivîl mirin.

Di rapora torê de hat gotin ku rejima Esed meha borî 684 sivîl qetl kirin.

Di raporê de hat ragihandin ku di êrîşên hêzên Ûris ên ku piştgiriya asîmanî dide rejima Esed jî meha borî 6sivîl mirin û hat diyarkirin ku YPG/PKKya rêxistina terorê jî 11 sivîl kuştin.

DEAŞa rêxistina terorê 85 sivîl kuştin, di êrîşên hêzên koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞê jî 10 sivîl mirin.

Di raporê de dan zanîn ku meha borî mixalifên eskerî 9, koma çekdar a dijberê rejimê Heyet Tehrîr Şamê 2, aliyên nasnameya wan nediyar jî 79 sivîl kuştin.

- 547 sivîl di êşkenceyê de mirin

SNHRyê agahî da ku jin û zarok jî di nav de 547 sivîl di êşkenceyê de mirin.

Di raporê de hat ragihandin ku ji serê sala 2018an vir ve 693 sivîl di êşkenceyê de mirin û 675 jê bi destê rejima Esed hat kirin.

SNHRyê bal kişand ku ji adara 2011an vir ve piştî ku qeyrana li Sûriyeyê destpê kir heta tebaxa 2018an 13 hezar û 692 sivîl di êrşkenceyê de hatin kuştin.

Di raporê de bang kirin ku sivîlên li Sûriyeyê bên parastin û hat xwestin ku berpirsyar bên darizandin.

AA 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.