1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Li Tebqayê pêşdeçûna HSDê berdewam e
Li Tebqayê pêşdeçûna HSDê berdewam e

Li Tebqayê pêşdeçûna HSDê berdewam e

Pêşdeçûna Hêzên Sûriya Demokartîk (HSD) li bajarê Tebqayê berdewam e. Şervanên HSDê di herdu rojên dawî de karîn ji aliyê rojava û rojhilat ve derbasî bajêr bibin.

A+A-

Li gorî ku şervanên HSDê didin zanîn, pêşketina wan ji du aliyan ve digel dorpêçkirina bi temamî ji tevahiya Tebqayê re berdewam e.

Ji aliyê din ve çekdarên DAIŞê berevaniyeke tund li bajêr dikin. Lewma Tebqa navendeke sereke ye ji DAIŞê re, ji ber wê yekê jî DAIŞ piraniya hêza xwe bi kar tîne. DAÎŞ bi bikaranîna otombîlên teqîner, kesên xwekuj, bikaranîna firokeyên çavdêriyê berevaniya Tebqayê dike.

HSD dibêje ku dema kontrolkirina bajarê Tebqayê ne diyar e, ev jî bi bi pêşveçûnên şer û rewşa hewayê ve eleqedar e.

HSD roja 13ê Nîsanê dest bi qonaxa çaremîn a operasyona Hêrsa Feratê kiribû, lê operasyona kontrolkirina bajarê Tebqayê ji 21 Adara borî destpê kiriye û HSD roja 15ê vê mehê karî derbasî nava taxên Tebqayê bibe.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.