1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Li Tirkiyê daxwaza rakirina parêzbendiya 18 parlamenteran tê kirin
Li Tirkiyê daxwaza rakirina parêzbendiya 18 parlamenteran tê kirin

Li Tirkiyê daxwaza rakirina parêzbendiya 18 parlamenteran tê kirin

Li gor zanyariyan 22 fezleke pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê hatin kirin ku 7 ji wan derbarê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ne.

A+A-

Bi mebesta rakirina parêzbendiya wan 7 jê derbarê parlamenterên HDPê de bi giştî derbarê 18 parlamenteran de 22 fezleke pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê hatin kirin.

Li gor zanyariyan 22 fezleke pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê hatin kirin ku 7 ji wan derbarê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ne.

Jibilî Hevseroka HDPê Pervîn Buldan parlamenterên HDPê yên ku fezlekeyên wan bo parlamentoyê hatine şandin ev in; Huseyîn Kaçmaz, Murat Çepnî, Muazzez Orhan, Kemal Bulbul, Semra Guzel û Ayşe Acar Başaran. Herwiha fezlekeya derbarê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî yek ji wan e ku fezlekeya derbarê wî de bo parlamentoyê hatiye şandin û parlamenterên CHPê yên ku fezlekeyên wan pêşkêşî parlamentoyê hatine  kirin ev in; Mahmut Tanal, Alî Oztunç û Haşîm Teoman Sancar.

Herwiha derbarê derbarê parlamenterên Partiya IYI Yasîn Ozturk de 2 û derbarê Ismaîl Ok de fezlekeyek hatiye amadekirin.

Li gor zanyariyan derbarê parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Aydinê Metîn Yavuz jî fezleke hatiye amadekirin.

Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyê (TIP) yê Hetayê Bariş Atay ku ji HDPê derbasî wê partiyê bûbû, yek ji wan e ku li ser navê wî fezleke hatiye amadekirin. Herwiha derbarê Ahmet Şik de 3 û Cemal Engînyurt de fezlekeyek hatiye amadekirin ku herdu parlamenterên serbixwe ne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.