1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Li Tirkiyê her ku diçe hejmara zindanan zêde dibe
Li Tirkiyê her ku diçe hejmara zindanan zêde dibe

Li Tirkiyê her ku diçe hejmara zindanan zêde dibe

Hikumeta Tirkiyê di plana geşepêdana sala 2021ê de cih dide çêkirina 39 girtigehên din

A+A-

 

Enqere (Rûdaw) - Mijara girtîgehan careke din di rojeva Tirkiyê de ye. li aliyekî hikumeta Tirkiyê dixwaze 39 girtigehên nû çêke li aliyê di li sedan girtîgehan girtiyên bi ser PKKê ve ketine greva birçîbûnê û her roja hejmara girtiyên dikevin greva birçîbûnê jî zêde dibin.

Hikumeta Tirkiyê di plana geşepêdana sala 2021ê de cih dide çêkirina 39 girtigehên din. Ew jî di demekê de ye ku sala 2020ê 18, û di 6 salên borî de 141 girtigeh hatine çêkirin û niha hejmar gehiştiye 355 girtigehan. Plana hikumetê rastî nerazîbûna tund aliyên oposizyonê tê ku oposizyon dibêje hejmara zêde ya girtihena diyardeya nemana mafê mirovan û azadiyane.

Mehmet Bozgeyîk, Hevserokê KESKê, dibêje, “Welatên pêşkevtî, welatên xema demokrasyî dikin, behsa pêşkevtinên xwe yên aborî dikin, behs dikin ka ew çawa dikarin di aliyê aborî de di aliyê civakî de pêş bikevin. Lê 18 sala desthilata AK Partiyê pesna xwe dide ka ew çawa dikare mafên mirovan binpê dike, pesnê çêkirina girtîgehan didin.”

Li aliyê din li girtihgehên Tirkiyê û Bakurê kurdistanê careke din grevên birçîbunê jî destpê kirine. Li gorî amaran li 100 girtigehan zêdetiri 350 girtîyên bi ser PKKê ve, nêzîkî mehekê ye ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan û başkieina rewşa girtigehan greva birçîbûnê dimeşînin.

Nuray Çevîrmen, Seroka Komisyona Girtîgehan ya Komeley Mafên Mirovan (IHD), dibêje, “Her çende hejmareke tam di destê me de tineye jî, lê em dizanin ku li 100 gîrtîgehan 350 girtî bo demeke nediyar di grevê de ne. Rewşa tenduristîya wan em nizanin, lê heta niha agahiyeke xirab negehiştiye destê me. Lê eger rewş wisa berdewam be dê xeterî zêde be. Ya em dizanin daxwazawan rakirina tecrîda li ser Abdulah Ocalan û başkirina rewşa girtîgehan e.”

Li Tirkiyê yekem greva birçîbûnê ji aliyê helbestvan Nazim Hikmet ve 18ê nîsana sala 1950ê li girtîgeha Bursayê hatibû kirin di 70 salên borî de bi dehan caran grevên birçîbûnê hatine kirin di 20 salên borî de li girtîgehan û li dervey girtîgehan. 107 kesan di encama wan grevan de jiyana xwe ji dest dane.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.