1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Li wê navçeyê xendek tên kolan û keleh tên avakîrîn
Li wê navçeyê xendek tên kolan û keleh tên avakîrîn

Li wê navçeyê xendek tên kolan û keleh tên avakîrîn

Hêzên Pêşmerge li rojavayê navçeya Xurmatû, bi dirêjahiya 43 kîlometre çargoşe xendekan dikole. Herwiha ji bo çavdêrîkirina hemû liv û tevgerên çekdarên DAIŞê kelehan çêdike.

A+A-

Di nava mehekê de, çekdarên DAIŞê 6 caran êrîşê çeperên Hêzên Pêşmerge yên li navçeya Xurmatû kirin. Li hember van êrîşan Wezareta Pêşmerge biryara kolandina xendekan li derdora navçeyê da û herwiha hêzeke zêdetir li vê herêmê hate bicîhkirin.

Fermandarê Lîwaya 11 a Hêzên Pêşmerge, Emîd Sidîq Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Pêşmergeyên me xwe li hember her êrîşekê amade dikin. Xendek û çeperan dikollin. Herwiha me hêzeke zêdetir aniye herêmê da ku bikarin baştir berevaniyê bikin.”

Li herêma Zergeyê, ku deriyê herî nêzîk a di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî de ye, di nava vê mehê de çekdarên DAIŞê 4 caran jî êrîşê hêzên iraqî kiriye. Ev dever di heman demê de xala herî nêzîk a çekdarên DAIŞê ye.

Li gorî zanyariyên di destê Hêzên Pêşmerge de, çekdarên DAIŞê ji bo hêz û çekan veguhezin Rêzeçiyayên Hemrînê û parêzgeha Diyalayê, dol û newalên Zergeyê bikartînin. Herwiha, hinek carna jî ji bo mijûlkirina pêşmergeyan, êrîşên xwekujî pêk tînin.

Fermandeyê Fewca 4 a Lîwaya 5 a Berevaniyê, Kemal Mihemed ji Rûdawê re got: “Ev rê diçe navçeya Hewîceyê. Metirsî heye, ku bi vê rêyê êrîşan bikin. Sedema duyemîn jî ew e, ku DAIŞ li Mûsilê têk çû. Ji lewra dixwazin vê derê ji xwe re bikin deriyek da ku ji vir herin Hemrîn û Diyalayê.”

Herwiha, DAIŞê li sînorê Zerge dest daniye ser herdu bîrên petrolê yên Ecîl û Elasê. Ev herdu bîr 3 sal in di bin destê DAIŞê de ne. ji van bîran rojane 18 hezar bermîl petrol dihate berhemanîn. (rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.