1. HABERLER

  2. SPOR

  3. Lionel Messî bi evîna xwe ya zaroktîyê re zewicî
Lionel Messî bi evîna xwe ya zaroktîyê re zewicî

Lionel Messî bi evîna xwe ya zaroktîyê re zewicî

Futbolîzê navdar ê tîma milî ya Arjantinê Lionel Messî bi evîna xwe ya zaroktîyê Antonella Roccuzzo re li bajarê Rosario zewicî.

A+A-

Messî û Antonella li bajarê ku lê çêbûne anku li bajarê Rosario yê 300 kîlometre nêzîkî paytexta Arjantînê Buenos Airesê, li otelekê daweta xwe kirin.

Hat ragihandin ku 150 rojnamevanên vexwendî bêyî destûra wênegirtinê beşdarê ahenga zewaca Messî bûne û xwişk û birayên Messî û Antonellayê şahidîya mehra wan kirine.

Messî û Antonellayê piştî mehrê tenê derketin pêşberî rojnamevanan û dîmena bi bawernameya zewacê dan medyayê.

Di daweta Messî de bi qasî 250 kesên vexwendî hebûn ku gelek ji wan futbolîz bûn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.