
Luksemburgê NATO hişyar kir: Bila Efrîn nebe felaketeke însanî
Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ji bo êrişa Efrînê nameyek ji NATOyê re şand û hişyariya ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê bila nebe felaketeke însanî.
A+A-
Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn ji bo êrişa Efrînê bertek nîşanda û nameyek ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re şand û hişyariya ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê bila nebe felaketeke însanî.
Jean Asselborn di nameya xwe de xemgînî û endîşeya xwe anî ziman û got: "Bila artêşa Tirkiyeyê operasyona xwe rawestîne û leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne."
Asselborn di berdewamiya nameya xwe de got: "Ez bi endîşe me ku ev operasyon bibe sedema felaketekê. Piştî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê gihandina alîkariya însanî bo herêmê bi awayekî cidî hat astengkirin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.