1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Macron: Êdî divê helwesta me li hemberî hikûmeta Erdogan zelaltir be
Macron: Êdî divê helwesta me li hemberî hikûmeta Erdogan zelaltir be

Macron: Êdî divê helwesta me li hemberî hikûmeta Erdogan zelaltir be

Macron herwiha Tirkiye bi damezrandina “fanteziya împaratoriyê” sûcdar dike.

A+A-

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ragihand ku çalakiyên Tirkiyê yên li Deryaya Spî nayên qebulkirin û êdî divê ew weke welatên Ewropayê helwesta xwe li hemberî “hikûmeta Erdogan” zelal bikin.

Welatên weke Fransa, Îtalya, Îspanya, Portugal, Malta, Qubrisa Rûm û Yûnanê beşdarî “Lûtkeya Yekîtiya Welatên Başûrê Ewropayê” a li Grava Korsika bûn û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron behsa aloziyên li gel Tirkiyê, bi taybetî jî yên li Deryaya Spî ji welatên Ewropî re kir.

Emmanuel Macron berî lûtkeyê diyar kir ku Tirkiye hevalbendê NATOyê ye, lê rojhilatê Deryaya Spî weke hevalbendê NATOyê tevnagere.

Macron got: “Tirkiye, mafên rewa yên Yûnanê binpê dike û herwiha ligel hikûmeta Libyayê rêkevtineke ku neyê qebûl kirin îmze kir. Çalakiyên Tirkiyê yên li Deryaya Spî jî nayên qebûlkirin. Ew provokasyonên dikin li dewleteke mezin nayê. Gelê Tirkiyê mezin e. Lê em weke Ewropî divê helwesta xwe ya li hemberî Erdogan zelal bikin.”

Serokomarê Fransayê herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi geşkirina aloziyan tohmetbar kir û got: “Ev çend meh in, Serokomar Erdogan li rojhilatê Deryaya Spî bi polîtikaya xwe ya mêtinkar bûye sedema rageşiyan ku li wê herêmê Yûnan derdikeve pêş. Fransa li herêmên ku di bin zextê de ne hêza leşkerî bicih kir ku û da xuyandin ku piştevana herî bi hêz a Atînayê ye.”

Macron herwiha Tirkiye bi damezrandina “fanteziya împaratoriyê” sûcdar dike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.