1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Macron: Em ê biryara xwe ya Sûriyeyê bidin
Macron: Em ê biryara xwe ya Sûriyeyê bidin

Macron: Em ê biryara xwe ya Sûriyeyê bidin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe de ragihand ku di çend rojên pêş de em ê biryara xwe ya Sûriyeyê bidin.

A+A-

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdî prensê welîahd Muhammed bin Selman civîneke çapemenî ya hevpar li dar xistin. Macron di axaftina xwe de got: "Em dixwazin şirikatiya xwe bi Erebistana Siûdî re û têkiliyên ku 10 salan ne baş in serast bikin."

 

Emmanuel Macron di berdewamiya axaftina xwe de got: "Îradeyeke me hevpar heye ku em li hemberî hemû rêxistinên terorîst tekoşînê bidin. Divê fînansoriya hemû rêxistinên terorî were qutkirin û ji bo vê di 25-26ê Nîsanê de em ê zîweyekê li dar bixin."

Macron di dirêjiya axaftina xwe de got. "Bikaranîna çekên kîmyewî xeta me ya sor e. Çeka kîmtewî ku hefteya borî li Dumayê hat bikaranîn li dijî biryara 2401 a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye. Em ê kontrola bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir bikin û niha bi Amerîkayê re vê diaxivin. Biryara ku em bidin wê ne li hemberî piştgirên hikûmeta Sûriyeyê be, armanc tenê çekên kîmyewî ne."

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.