1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. May û Trump Ser Orşelîmê Axivîn
May û Trump Ser Orşelîmê Axivîn

May û Trump Ser Orşelîmê Axivîn

Serokwezîra Brîtanya Theresa May, piştî dengdana li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) li ser telefonê bi Serokê Amerîka Donald Trump re axifî.

A+A-

Ofîsa Serokwezîrîya Brîtanya ragihand ku her du serok ser Orşelîmê axifîne.

Bernivîsa ku vekişandina biryara Trump ya ser Orşelîmê dixwest, li CENY’ê ji alîyê Amerîka ve hatibû veto kirin. Li ber e ku bernivîs, li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ku bi 193 endam e, were nîqaş kirin.

Nûnerê Fîlîstînê yê li Amerîka Riyad Mansour dîyar kir ku dê roja Pêncşemê li civata giştî dengdan çêbe. Encama dengdanê bo giranîya wê ya siyasî girîng e.

Ofîsa Serokwezîrîya Brîtanya da zanîn ku May û Trump fikarên xwe yên ser krîza mirovahî ya li Yemenê jî ji hevdu re gotine. Rêberan dîyar kir ku divê pêşî li xelayê were birîn û bo kewandina birînên Yemenîyan divê çareserî werin dîtin.

Neteweyên Yekbûyî dîyar kiribû ku 8,5 mîlyon însan li Yemenê bi xelayê re rû bi rû mane û bang li alîyên şer dikin kiribû ku rê li ber alîkarîya mirovî vekin.

Li gor daxunewsyanîya Ofîsa Serokwezîrîya Birîtanya, May di axaftina xwe ya li ser telefonê de derbarê Brexitê de jî agahî da Serok Trump. Trump jî pêşveçûna aborî ya li Amerîka ji May re.

Her du rêberan li hev kiriye ku piştî Brexitê peymanên bazirganî yên du alî bil ez îmza bikin. (voanews)

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.