
Merkel: Di navbera nêrînên me û yên Trump de cudahiyên ber bi çev hene
Serokwezîra Almnayayê Angela Merkel got ku “di navbera nêrînên me û Serokê Dewleta Amerîkayê Donlad Trump de cudahiyên mezin hene.”
A+A-
Merkel destnîşan kir ku li Kanadayê li bajarê Quebec City di çarçoveya hevdîtinên zîrweya G7an de bi Trump re gelek caran axivîne. Merkel da zanîn ku "di naveroka zîrweyê û di amadekirina encama zîrweyê de jî me dît ku di navbera nêrînên me de cudahiyên mezin hene."
Angela Merkel di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku: Me dît ku di navbera nêrînên Amerîka û Nteweyên Yekbûyî de cudahî hene. Em ê van cudahiyan binirxînin. Vê gav ev cudahî nehatin çareserkirin. Merkel da zanîn ku "ez bawerim ku Neteweyên Yekbûyî di vê mijarê de tu gavekî derveyê qanûnên navneteweyî neavêtiye."(sputnik)
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.