1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Merkel: Divê Tirkiye bersiv bide
Merkel: Divê Tirkiye bersiv bide

Merkel: Divê Tirkiye bersiv bide

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel diyar kir, divê Tirkiye bersiv bide rapor û rexneya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya li Ewropayê.

A+A-

Merkel li ser biryara Encumena Parlementerên Konseya Ewropayê ku cardin Tirkiye xistin pêvajoya venêrînê axivî û got: “Geşedanên van hefteyên dawîn li ser pêwendiyên Almanya û Yekîtiya Ewropayê yên li gel Tirkiyê bandoreke giran hişt.”

Angela Merkel li ser rapora Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya li Ewropayê diyar kir: “Yekîtiya Ewropayê dê ji nêz ve helwesta Tirkiyê ya li ser rapora Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya li Ewropayê bişopîne. Divê Tirkiye bersiv bide vê rapor û rexneyan.”

Herwiha Merkel destnîşan kir: “Pêwîst e Tirkiye vê nirxandina Encumena Parlementerên Konseya Ewropayê bîne ber çavan.”

Weke din Angela Merkel amaje bi yekê kir, ku welatên Yekîtiya Ewropayê di lûtkeya 29ê Nîsanê de mijara Tirkiyê dê biaxivin.  

Lûtkeya Welatên Yekîtiya Ewropayê dê roja şemiyê li Brukselê were lidarxistin û di wê lûtkeyê de helwesta Merkel a li gel Tirkiyê giring e.

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya li Ewropayê li ser referanduma guhertina destûra Tirkiyê rexne li Tirkiyê girtibû.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.