1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Mihemedê miyanmarî weke Alan Kurdî dibe sembola belengaziyê
Mihemedê miyanmarî weke Alan Kurdî dibe sembola belengaziyê

Mihemedê miyanmarî weke Alan Kurdî dibe sembola belengaziyê

Zarokê 16 mehî yê ji Miyanmarê ku navê wî Mihemed bûye, weke Alan Kurdî di rêya ber bi jiyaneke baştir de canê xwe ji dest da.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan – Wêneyê zarokek musilman ê ji Miyanmarê ku bi mirî li ser devê xwe ketiye, di medyayên cîhanê û torên civakî de belav bûye û bala raya giştî ya cîhanê bo ser tundûtîjiyên Artêşa Miyanmarê li hember welatiyên musilmanên wî welatî kişandiye.

Zordariya li hember musilmanan û binpêkirina mafên welatiyên musilman ji aliyê Artêşa Miyanmarê ve berdewam e. Wêneyeke zarokek musilman ên Miyamnarî jî bûye sedem ku bala raya cîhanê vegere ser tundîtîjî û zulma Hikûmeta Miyanmarê ku derheqê welatiyên musilman ên eyaleta Raxîn a wî welatî de dike.

Wêne zarokekî temen biçûk nîşan dide, ku li erdek tijî herî, li ser sing û devê xwe ketiye û canê xwe ji dest daye.

Dîmenê mirina wî zarokî gelek dişibihe, dîmenê mirina zarokê kurd Alan Kurdî yê ji Rojavayê Kurdistanê ku di dema êrişên DAIŞê bo ser Kobanî de, malbata wî koçberî Tirkiyê bibû û di rêya çûna bo Ewropayê de, li Deryaya Egeyê xeniqîbû û li beravên Bodrumê bi mirî li ser devê xwe ketibû.

Li gorî zanyariyên ku di medyayan de hatine belavkirin, navê wî zarokê musilman ê miynmarî, Muhemed e û temenê wî tenê 16 meh e.

Çîroka wê wêneyê bi vî awayî ye, ku malbata Şuhayt ji ber zulm û tundûtîjiyên Artêşa Miyanmarê, herêma Raxîn a li Miyanmarê ku piraniya xelkê wê musilman in, terk kirine û xwestine biçin Bengladişê.

Di dema derbasbûna ji Rûbarê Naf de, qeyika wan noqî avê dibe û piştre termê kurê wan ê 16 mehî yê bi navê Mihemed li beravekê tê dîtin, ku weke di wêneyê de derdikeve, bi mirî li ser devê xwe ketiye.

Bavê Mihemed ê miyanmarî, Zefûr Alam piştî bûyerê ji rojnamevanan re axiviye û daxwaz ji welatên cîhanê kiriye, ku avirekê li jiyana zehmet a musilmanên Miyanmarê bidin û rê nedin ku artêşa wî welatî li ser tundûtîjiyên xwe li bember musilmanan berdewam be.

Zefûr Alam hêvî dike, ku mirina kurê wî, bibe sedemek ku welatên cîhanê bala wna here ser rewşa musilmanên Miyanmarê.

Hejmarek ji medyayên cîhanê, wêneyên Mihemedê miyanmarî û Alan Kurdî bi hev re belav kirine, ku mirina wan û çîroka wan nêzîkî hev e.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.