1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Milmilaneya welatên bihêz li Rojavayê Kurdistanê gur dibe
Milmilaneya welatên bihêz li Rojavayê Kurdistanê gur dibe

Milmilaneya welatên bihêz li Rojavayê Kurdistanê gur dibe

Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û bakurê rojhilatê Sûriyê bi giştî, her dem û gav li jêr gefa hatina grûpên Îranî û êrîşa Tirkiyê ne, lewra bi gotina çavdêran Amerîka bi belavkirin û qayîmkirina hêza leşkerî rê liber Îran û Tirkiyê bi temamî girt.

A+A-

Milmilaneya welatên zilhêz li Rojavayê Kurdistanê gur dibe.Amerîka dixwaze Rojavayê Kurdistanê tenê di bin kontrola wê de be. Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê, her dem di bin gefa gurûpên Îranî û êrîşa Tirkiyê ne, lê bi belavkirina hêzê li navçeyê, Amerîka rê li ber hemû aliyan girt.

Amerîka,Rûsya, Tirkiyê û Îran her yek ji van welatan bi her awayî dixwaze li Rojavayê Kurdistan û bakurê rojhilatê Sûriyê xwe cihgîr bike, bi gotina çavdêr û pisporên siyasî, ew cografya zêde girîng e di warê jeopolîtîkî de, wate hemû rê di navbera rojhilat û rojavayê cîhanê de tê re derbas dibin, lewra milmilaneya navherêmî û navdewletî li ser gur bûye, lê Amerîka di dema dawî de ev yek bi belavkirina hêza lşkerî yekalî kir.

Derbarê mijarê de Rrêveberê Navenda Firatê Silêman Îlyas dibêje: “Ev navçe deriyekî serekî yê rêya hevirmêş-herîr e, ku dikeve bakurê rojhilatê Sûriyê. Amerîka dixwaze li vê navçeyê rê liber Çînê û hevpeymanên wê bigire ku cihgîr nebin. Qayîmkirina leşkerî ya Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê rêgirtine liber Rûsyayê daku xwe cihgîr neke, ji ber ev navçe stratejîk e.”

Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û bakurê rojhilatê Sûriyê bi giştî, her dem û gav li jêr gefa hatina grûpên Îranî û êrîşa Tirkiyê ne, lewra bi gotina çavdêran Amerîka bi belavkirin û qayîmkirina hêza leşkerî rê liber Îran û Tirkiyê bi temamî girt.

Rojnamvan Ferhad Ehmed jî dibêje: “Belavbûna leşkerî ya Amerîkî armanc jê rêgirtine liber Îranê daku li rojhilatê Firatê cihgîr nebe, herwiha bersiv bû li ser gefên Tirkiyê derbarê êrîşê li ser rojhilatê Firatê, lewra hişyarî da Tirkiyê  daku nêzîkî navçeyê nebe, wate eger êrîş çêbû dê baca wê zêde giran be.”

Herdem tê gotin ku petrola Rojavayê Kurdiatnê û rojhilatê Firatê armanca zilhêzan e , lê pisporekî petrolê vê yekê red dike û dibêje milmilane li ser navçeyê tenê siyasî ye.

Derbarê vê yekê pisporê petrolê Ehmed Hemo jî wiha axivî: “Ne Amerîka û ne Rûsya, qet 300 heta 400 hezar bermîl petrola navçeyê ji wan re ne girîng e . Amerîka,Rûsya, Îran û Siûdiyê rojane zêdetirî 12 milyon bermîl petrol berhem tînin, lewra ew nehatine ji bo petrola Sûriyê, hatin û hebûna wan li vê navçeyê pirseke siyasî ye.”

Bi nerîna çavkaniyên xwecihî, niha Amerîka pêgehê Rêveberiya Xweser û HSDê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhiltê Sûriyê bihêz û qayîm dike, ev jî bi rêya pêkanîna yekrêziya Kurdî-Kurdî û Kurdî-Erebî bo derkirina paşmayên hikûmeta Sûriyê ji navçeyê bi giştî.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.