1. HABERLER

  2. YAŞAM

  3. Mirovahî bi guhertina keşûhewayê re dawiya xwe jî tîne
Mirovahî bi guhertina keşûhewayê re dawiya xwe jî tîne

Mirovahî bi guhertina keşûhewayê re dawiya xwe jî tîne

Pileya keşûhewaya gerdûnî ji ber zirardayîna mirovan li xwezayê her ku diçe zêde dibe. Keşûhewaya gerdûnî li gel germbûna cîhanê, hejmara mirin, xela û nexweşiyan jî bi xwe re tîne.

A+A-

Li gor lêkolîneke ku Zankoya Arîzona ya li ser 266 cûre ajal û nebatan kiriye ev cûre zindîwer nikarin xwe li gor rewşê biguherînin.

Li gor Kovara Lancet Planetary Healt ku di 4ê Tebaxê de lêkolînek weşandiye, eger rê li pêşiya guherîna keşûhewayê neyê girtin dê di sala 2100î de li parzemîna Ewropa salane 150 hezar kes ji ber bobelatên keşûhewayê bimirin. Li gor lêkolînê, eger hejandina gaza serayê neyê sekinandin dê li parzemîna Ewropa heta dawiya sedsala me ji 3yan yek ji guherîna keşûhewayê bandorê bigire. Lêkolîner, guherîna keşûhewayê bi destê mirovan dibe sedem ku ev ji deh caran zaftir rekora pileya germbûnê tê şikandin. Îsal di meha Hezîranê de li parzemînê pileya germê li gor giştî 3 pile bilind bû.

DYA ji Rêkeftina Keşûhewayê vedikişe

Dema ev lêkolîn hat belavkirin DYA ji rêkeftina Parîsê ku ji aliyê 195 welatan ve hatibû îmzekirin vekişiya. Trump biryara xwe ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re vegot. Serokê DYAyê Donald Trump di meha Hezîranê de ji Rêkeftina Keşûhewa ya Parîsê vekişiya. Obama  di dema serokatiya xwe de gelek li ser germahiya gerdûnî sekinîbû. Li gor Trump Rêkeftina Keşûhewa ya Parîsê ji bo DYAyê rêkeftineke ne baş e. Trump, “Ji bo karsazên Amerîkî, xebatkar û mukellefênbacê em ê danûstandina ji bo rêkeftineke baştir bikin. Eger rêkeftin li gor bejewendiyên DYAyê dirûst bibe emê vegerin.”

Rêkeftina Keşûhewa ya Parîsê çima girîng e?

Li gor rêkeftina Parîsê ku ji 197 welatan 147ê wan rêkeftibûn hêvî dike ku heta 2030î hejandina gaza serayê 56 milyar ton bê kêmkirin. Li gor vê hêviyê heta dawiya sedsala me pileya germbûnê dê di binê 2 pileyan de bihêle. Pisbor radigihînin ku eger germbûn 2 pile zêde bibe dê metirsiyên pêşî lê nayê girtin rû bidin.

Keşûhewaya gerdûnî bandorê ji çi digire?

Keşûhewaya gerdûnî di encama gelek gazan ku li atmosferê cih digirin û tebeqeyekî ava dikin de derdikeve. Ev yek jî pileya germê zêde dike. Bi navê serayê tê bilêvkirin. Komir, neft, gaza sirûştî dibin sedema vê yekê. Gubreye bo cotkariyê û faaliyetên bo ajalvaniyê jî tesîrê li emîsyona gaza serayê dikin. Di nav gaza serayê de karbondîoksît, metan û ozon hene.

Tirkiye li kudera vê rêkeftinê ye?

Tirkiye jî yek îmzekarê Rêkeftina Parîsê ye. Tirkiye bi vê îmzeyê hejandina gaza serayê heta 2030î ji sedî %21 taahûda kêmkirinê dide. Lê belê li gor polîtîkayên nû yên enerjiyê zaftir hilberandina komira herêmî tê kirin. Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak di meha Sibatê de ragihandibû ku; Tirkiye ji bo karebê dê bingehên herêmî bikarbîne. Ew jî bi komirê pêkan e. Heta 2023an dê enerjî bi komira herêmî, roj û bi bayê hedefa 15 hezar megawat enerjî datîne pêş xwe.

“Keşûhewaya Gerdûnî herî zêde mirovahiyê tehdît dike”

Berpirsyara projeya Komeleya Çand, Huner û Ekolojiyê ya Gola Gökçe Sümerkan di derheqê mijarê de ji Heftenameya Basê re axivî û wiha got: “Hebûna karbondîoksîtê li atmosferê, bo jiyana li cîhanê, bergiriya cîhanê li hember serma gerdûnê faktoreke sereke ye, bêgûman. Niha jî ew faktora baş bi destê mirovan û ligel hin gazên din zêde dibe û zirarê dide mirovahiyê.”

“Guherîna keşûhewayê dawiya jiyana mirovahiyê jî tîne”

Sümerkan destnîşan dike ku yek ji sedema guherîna keşûhewaya gerdûnî HES in û axaftina xwe wiha didomîne: “Ev pergal hevsengiya nemê diguherîne. Ev yek jî hevsengiya xwezayê diguherîne û ziyaneke mezin dide ajal û nebatan.”

“Em li Rojhilata Deryaya Reş dibînin ku darên kestane û yên şimşirê nexweş dikevin. Em sedema vê jî nizanin. Şimşir hişk bûn û di qirna darên kestaneyan de jî qulên qerase vebûne. Hevsengiya nem û germê li herêmê guherî. Em difikirin ku guherîna keşûhewayê tenê bi pileyekî jî be van darên nazîk û nazenîn nexweş dixîne.”

Sümerkan dibêje: “Em însan weke afirîneyekî li derveyî xwezayê nabînin. Em û xweza ne cûda ne. Ji ber vê yekê heta em çareseriyekî ji keşûhewaya gerdûnê re nebînin em ê jî bi xwezeyarê re dawiya jiyana xwe bînin.”

(HEFTENAMEYA BAS)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.