1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Mueyîdeyên li ser Îranê yên Amerîkayê bi fermî ketin rewacê
Mueyîdeyên li ser Îranê yên Amerîkayê bi fermî ketin rewacê

Mueyîdeyên li ser Îranê yên Amerîkayê bi fermî ketin rewacê

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê hin mueyîdeyên di çarçoveya peymana nukleerê da hatibûn rakirin dîsa pêk tîne.

A+A-

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê hin mueyîdeyên di çarçoveya peymana nukleerê da hatibûn rakirin dîsa pêk tîne.

Pakêt li gor saeta Washıngtonê di saet 00.01ê (li gor saeta herêmî ya Tirkiye 07.01) da kete rewacê, li gor pakêtê, Îranê negihêje dolarê Amerîkayê, nikaribe tehwîlên dewletê bifroşe, bi zêr, pola, alumînyum, komir û madenên bi qîmet bazirganiyê bike, nikaribe teyareyên rêwiyan û parçeyên wan îtxal bike.

Wekî mayîn mueyîdeyên ku nahêlin saziyên biyanî têkevin sektora otomotîvê ya Îranê, xalîçe û fistiqên şamê îxracî Amerîkayê nekin jî tevlî ambargoyê kirin.

- "Ji ber mueyîdeyên dibe ku milyonek kes bêkar bimînin"

Qismê 2yan a mueyîdeyên ya ku sektora vejenê jî tev ew ê di 5ê mijdarê da têkeve rewacê, tê gotin ku mueyîdeyên zirareke mezin bide aboriya Îranê.

Wezîrê Xebatê yê Îranê Elî Rebî jî got,"Ji ber mueyîdeyan dibe ku milyonek kes bêkar bimîne".

Wekî mayîn rêveberiya Amerîkayê ew ê mueyîdeyan ji bo welatên bi Îranê ra bazirganiya xwe didomînin jî dayne û dibe ku welatên din jî di bin tesîra mueyîdeyan da bimînin.

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe da gotibû Amerîka di pêkanîna mueyîdeyên da biryardar e û kesên bi Îranê ra têkiliyên xwe nebirin jî ew ê bi encamên girîng ra rûbirû bimînin.

 

 

AA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.