1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Muqteda Sedir: Ji Kerkûkê vekişin
Muqteda Sedir: Ji Kerkûkê vekişin

Muqteda Sedir: Ji Kerkûkê vekişin

Muqteda Sedir daxwaz ji hêzên Seraya Selam a ser bi tevgera xwe ve kir, ku bi temamî ji Kerkûkê vekişin û hemû baregehên xwe bigirin.

A+A-

Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir daxwaz ji hêzên Seraya Selam a di nav Heşda Şeibê de kir di nava 72 demjimêran de bi temamî ji Kerkûkê vekişin.

Muqteda Sedir di heman demê de daxwaz ji hêzên Seraya Selam a ser bi tevgera xwe kiriye ku  hemû baregehên xwe bigirin.

Sedir herwiha amaje bi wê yekê dike ku divê li Kerkûk û tevahiya bajarên Iraqê kontrola ewlehiyê radestî hêzên ewlehiyê bê kirin.

Seraya Selam yek ji wan hêzan bû ku di 16ê Cotmehê de êrîş kirin ser Kerkûkê. Piştî şerê li Pirdê jî vê grûbê hêzeke zêdetir şande Kerkûkê.

Piştî kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, yekemîn êrîşa bombeyî çekdarên Seraya Selam kire amanc.

Roja Yekşemê 05-11-2017, li Kerkûkê 2 teqîn pêk hatin, ku yek ji wan êrîşeke xwekujî û ya din jî bi rêya otomobîlekî bombekirî bû.

Di êrîşa bi otomobîla bombekirî de 6 çekdarên Seraya Selam ên li baregaha PDKê bicîh bibûn, hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.