1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Mûsilê şer navber pêşmerge û Heşda Şeibî derket
Mûsilê şer navber pêşmerge û Heşda Şeibî derket

Mûsilê şer navber pêşmerge û Heşda Şeibî derket

Mûsilê şer derket: 8 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin

A+A-

Li nêzîkî Bendava Mûsilê di encama pevçûna navbera hêzên pêşmerge û hêzên iraqî de, 8 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û pêşmergeyek jî şehîd bû.

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Mêhwera Rojavayê Dîcleyê, Şêx Elî  Rûmanî ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku hêzên iraqî bêyî hemahengiye pêşwex li çeperên hêzên pêşmerge yên li Mûsila Kevin nêzik bûne, di navbera her du aliyan de şer derketiye.

Şêx Elî Rûmanî got: “Di encama şer de 8 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin ku yek ji wan piledar bûye. Herwiha pêşmergeyek jî şehîd bûye û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

Şêx Elî herwiha da xuyakirin, “gelek zû şerê navbra her du aliyan hat kontrolkirin û niha rewş li deverê aram e û hemahengiyeke baş di navbera hêzên her du aliyan de jî heye.”

Heşda Şeibî li ser vê bûyerê hêj ti daxuyanî nedaye. (rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.