1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Naveroka rêketina Iraq û Îranê li ser petrola Kerkûkê eşkere bû
Naveroka rêketina Iraq û Îranê li ser petrola Kerkûkê eşkere bû

Naveroka rêketina Iraq û Îranê li ser petrola Kerkûkê eşkere bû

Wezîrê petrola Iraqê Cebar Liêbî ragihand, Iraq û Îran li ser şandina petrola Kerkûkê ji bo Îranê lihev kirine, li gorî wê lihevkirinê wê Iraq rojane 30 heya 60 hezar bermîlên petrolê bişîne Îranê û çaverê ye di pêşerojê de ew rêje bê bilindkirin.

A+A-

Hevdem rêvebirê giştî yê kompana Somo ya hikûmeta Iraqê Elai Yasirî ragihand: "Min li gel nûnerê wezareta petrola Îranê Hîdayet Zade, ew rêketin îmze kiriye, beramberî ew petrola ji Kerkûkê here ji Îranê, wê Îran jî bi qasî wê petrolê bişîne ji başûrê Iraqê re, bi vê yekê xerciya gihandina petrolê ji bo başûrê Iraqê wê kêm bibe û emê mifayê ji şandina petrola Kerûkê bibînin, ew petrol jî wê bi riya tankeran bê şandin heya ku boriya şandina petrolê ji Kerkûkê heya Îranê bidawî bibe, pirojeyê şandina petrola Kerkûkê wê di demeke nêzîk de bê bicîkirin".

Berî niha petrola parêzgeha Kerkûkê bi riya Tirkiyê ji bo bendera Ceyhan dihat şandin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî ku di encama xiyaneta hin serkirdeyên YNK de Kerkûk ket destê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê de, wê girûpê dest li ser zeviyên petrolê jî danî û bi dilê xwe li gel Îranê bazirganiyê bi petrola Kerkûkê dike.

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.