1. HABERLER

  2. YAŞAM

  3. Ne li Wanê û ne jî li Stenbolê bo erdhejê tu amedekarî nîne
Ne li Wanê û ne jî li Stenbolê bo erdhejê tu amedekarî nîne

Ne li Wanê û ne jî li Stenbolê bo erdhejê tu amedekarî nîne

Em li erdnîgariyeke wisa dijîn ku ji sedî 97ê wê di bin metirsiya erdhejê de ye. Tenê li Wanê, li gor daneyên AFADê ji sala 1950î û vir ve heft erdhejên pileya wan di ser 7.0 ê re rû dane.

A+A-

Erdheja 1999an a Îzmîtê, ya 1999an a Duzceyê û ya 2011an a Wanê li pey hev çêbûbûn.

Erdhejên herî mezin ên herêmê jî di salên 1930 û 1976an de, bi pileya 7.2 rû dabûn. Li gor daneyên giştî li Wanê di deh salan carekê de erdhejên bi xisar pêk tên.

Beriya 6 salan, di 23ê Cotmeha 2011an de li navenda Ercîşa (Elbak) navçeya Wanê erdhej çê bû, piştî wê di 9ê Mijdarê de jî yeke din rû da. Di encama erdhejê de 644 mirov mirin û nêzîkî 2 hezaran mirov jî birîndar bûn.

Li Wanê îro jî di pileyên cuda de erdhej rû didin. Gelo piştî ku erdheja mezin a Wanê rû da û di encamê de gelek kes mirin û bi salan di konan de man, çi tevdîr hatin stendin? Îro erdhejeke di heman pileyî de rû bide gelo dê heman encam rû bide?

Li Wanê deverên kombûna piştî erdhejê tune ye

Berpirsê TMMOBê yê Wanê Şemsettin Bakır dibêje, ji wê rojê ve tu guherîn li Wanê çênebûne. Bakır kêmasiyên avahîsaziyê yên li Wanê wiha bilêv dike: “Tirkiye li gor daneyên zanistî li ser nexşeya ji sedî 97 di bin metirsiya erdhejê de ye. Erdhej mijareke xwezayî ye û ku dema wê were dê rû bide. Rojên derbas bûyî 18. salvegera erdheja Marmarayê bû. Her çawa di ser erdheja Marmarayê re 18 sal derbas bûbin û tu tişt neguherî be li Wanê jî tu tişt neguheriye.  Mirovan, wê deme ji bo konekê bidest bixe bi mehan li ber deriyê AFADê sekinîn. Kon piştî çend mehan hatin. Avahî gelek jê şûn de hatin çêkirin. 340 hezar avahiyên ku hatin çêkirin têrê nekirin ji ber ku li Wanê mala gelek kesan ruxiyabû. Wê demê di xebatên destnîşankirina avahiyan de 147 hezar mal ketin bin raporê, ji 39 hezarî zaftir jî mal bi giranî hatibûn ruxandin, 72 hezar jî nîvenîv xisar dîtîbûn. Avahiyên ku zêde xisar dîtine, hatin ruxandin lê di yên nîvenîv xisar dîtine de mirov hîn dijîn. Ji wan hinekan jî malên xwe dane îcareyê. Ev jî tê wê wateyê ku hê tu bergirî nehatine standin.

Li Wanê hê jî ji bo erdhejê cihê lê kombûnê tune ye. Hatibû gotin ku dê cihê Wezareta Karên Avê ji bo vî tiştî bê ava kirin lê ne ew der ne jî cihekî din nehat amadekirin. Hê jî avahiyên qeçax hene. Wê demê jî pirsgirêka herî mezin ev avahiyên ku xizmeta endezyariyê nabînin bûn. Avahî him jî ji aliyê şaredarî û berpirsyaran ve nayên kontrol kirin. Di vê rewşê de sibê eger erdhejek pêk were dê heman avahî xira bibin. Em ê jî bi heman êşan re rû bi rû bimînin.

Divê veguhestina bajarwaniyê veguhestina di cî de be

Ji bo veguhestina bajaran hinek xebat hatin kirin lê ev veguhestin ne li gor mirovan bûn. Em mirov in û têkiliyên me yên civakî hene. Gava ku hûn ji bo veguhestinê xaniyên me hilweşînin, hûn nikarin bibêjin em ê li ber çiyakî xaniyekî bidin we. Veguhestin wisa nabe. Divê veguhestina bajaran veguhestina di cî de be. Ev nayê kirin. Cî û warên mirovan didin TOKÎ yê. Û TOKÎ avahiyên pir biha çê dike. Hemwelatî jî nikarin di cihên xwe de, di avahiyên xwe de bijîn, diçin li ber çiyan dijîn. Piştî erdhejê 15 hezar û 340 heb avahî hatin çêkirin. Bi bihayên sala 2012 an xaniyên bi 50 hezar lireyî ji hemwelatiyan re bi 93 hezar lireyî hatin firotan. Kargehên Kontrolkirina Avahiyan jî derdekî din in. Gava ku li Wanê avahiyên bilind ên heyî hilweşin mirov nikare di wan kolanên teng re bigihêje devera bobelatê. Bi taybetî li Wanê wisa ye. Gava ku ev rewş neyên çareserkirin ne mimkûn e ku metirsiya erdhejê jî bê kêm kirin.

Li Stenbolê veguhestina bajarwaniyê dibe sedema bobelatan

Li Tirkiyeyê bajarê ku Kurd herî zede koç dikin Stenbol e. Sûriyeyiyên ku ji şer reviyane jî xwe dispêrin Stenbolê. Kêm derfetî û şer sedema sereke ya van koçan e. Li gor daneyên fermî li Stenbolê 15 milyon kes dijî ev jî ji sedî 18.5 nifûsa Tirkiyeyê ye. Veguhestina li Stenbolê dibe sedema bobelatan.

Piştî baran û bahozê li Stenbolê herkesî berê xwe da plansazî û warên şînayî yên Stenbolê. Şînahî panzehîra germê û lehiyan e. Li Stenbolê her ku diçe cihên şîn kêm dibin. Li Stenbolê cihên şîn ên nava bajêr li gor daneyên Wezareta Der û Ber û Bajaran 7.57, li gor Şaredariya Mezin a Stenbolê jî 8.41 metre çargoşe ye.

Di rapora nirxandina 5. a Panela Guherîna Av û Hewayê ya Hikûmetan (IPCC): “ Li bajaran, rîska guhertina avûhewayê (Rêjeya behran, bahoz, stresa ji germê, baranên zêde, hêlanên navendî û derveyî, xela, zêdebûna bêaviyê, xeleya avê) zede dibe. Li gel van rîskan, aboriya herêman û ya navnetewî jî ji vê yekê bandor digire. Pisbor, bandora guherîna avahîsaziyên bajaran jî wek sedema vê yekê dibînin. Em weke Heftenameya Basê bi Sekreterê Şaxa Odeya Plansazên Bajaran a TMMOBê Akif Burak Atlar re axivîn.

Sekreterê Şaxa Odeya Plansazên Bajêran a TMMOBê Akif Burak Atlar:

“Polîtîkayên zanistî ji bo veguhestina bajaran  pir girîng in”

Sekreterê Şaxa Odeya Plansazên Bajaran a TMMOBê Akif Burak Atlar, di derheqê mijarê de ji Heftenameya Basê re axivî. Atlar, “18 sal di ser erdheja mezin a Stenbolê re derbas bûn ku karesata serdema 20. de ya herî mezin bû. Ev 18 sal e gavên divê bên avêtin ji aliyê odeyên pîşesazan ve, bi xebatên zanistî û profesoran re, bi berpirsyaran re hatine parvekirin. Lê belê wezaret û berpirsyar di vê mijarê de ji bo çareseriyeke mayînde sersar in û mixabin bajarên me di bin metirsiyeke mezin de ne. Erdheja di 23ê Cotmeha 2011an de li Wanê pêk hat û di encamê de me gelek windayî dan. Ev yek jî nîşanî me dide ku di vê mijarê de gavên pêwîst nehatine avêtin. Ji 1999an bigirin heta îro erd û axên di bin îdareya xizmeta gel de ne yek bi yek ji avahiyan re tên vekirin. Dema bobelatek rû da li bajêr tu cih tune ku em lê kom bibin. Li gel vê yekê jî di dahatûyê de ev erd û axên ku pêdiviya me pê heye dê qet nemînin. Her wiha me gelek caran rapor amade kirin bo wezaretê lê wezaretê tu carî li van raportên me nenêriye û li gor Qanûna Bobelatê ya bi hejmara 6306an cih û warên di bin riskê de tên hilweşandin û ji nû ve tên ava kirin. Ji bo jiyaneke arestayî, ewlehî û tendûristî divê cih û warên zanistî, bi plan û rêgezên li hember bobelatan xurt bên avakirin. Birêvebirina van polîtîkayan him ji bo Stenbolê him jî ji bo bajarên me yên din pir girîng in.”

Nifûs û taybetmendiya Stenbolê

Bi 15 milyon kesî, bajarê herî mezine Stenbol e. Erdnîgariya wê 5.313 km çargoşe ye. Li ser her km çargoşeyekê 2786 mirov dikevin. Nifûs li navçeyên weke Esenyurt, Bagcilar, Kuçukçekmece ku koçberî zêde li wan deran çêdibe pir qelebalix e. Hejmara kesan li van deran ji 700 hezarî derbas dibe. Stenbol di heman demê de xwedî nifûsa ciwanan a herî mezin e.

HEFTENAMEYA BAS

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.