1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. ‘Ne Rûsya û ne Amerîka ji şerê Efrînê re amade ne'
‘Ne Rûsya û ne Amerîka ji şerê Efrînê re amade ne'

‘Ne Rûsya û ne Amerîka ji şerê Efrînê re amade ne'

Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif ragihand ku Tirkiye ji ber aloziyên navxweyî dixwaze êrişî Efrînê bike û ser wan bigire.

A+A-

Li ser êrişa Efrînê ya Tirkiyeyê jî Foza diyar kir ku amadekariyên me hene û divê li gorî êrîşan berxwedan were kirin. Jixwe ne Rûsya ne jî Amerîka ji bo şerekî nû amade nîn in.

Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif li ser gefên Tirkiye yên li dijî Efrînê, amadekariyên Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê li dijî êrişan, helwesta Rûsya û Amerîkayê di çareseriya krîza li Sûriyeyê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku ne Amerîka ne jî Rûsya ji şerekî nû ya li Sûriyeyê re amadene û wiha pê de çû:

 

"Aloziyên ku di nava Tirkiyeyê de hene, lewra dixwaze bi êrîşa li derve û ser aloziyên nava xwe veşêre û ser wan bigire. Bi taybetî ev gefên ku li Efrînê dixwe, perçeyek ji wê rewşê ye, lewra Tirkiye naxwaze ku rewş li Sûriyeyê aram bibe û şer raweste, ji ber eger wisa bibe dê raya giştî ya Sûriyeyê jî û ya cîhanê jî dê bala xwe bidin rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê. Dê bala xwe bidin qeyrana aborî, qeyrana siyasî û fişarên li ser Partiya Edalet û Geşedanê nexasim ev rûdanên dawî yên diziya pereyan û herwiha şerê ku li wir li dijî kurdan tê meşandin.

Ev hemû dê bikevin rojevê lewra dixwazin bi şer û aloziyên di nava Sûriyeyê de dixwazin ser van tiştan bigirin û binuximînin. Ê me jî amadekariyên me hene û divê li gorî êrîşan berxwedan were kirin. Ji ber vê em dibêjin, çi êrîş were ser me, em ê bi her awayî, bi asta herî bilind û bi mafê xweparastinê di ber xwe de bidin û maf, erd û gelê xwe biparêzin."

‘TIRKIYE JI BO KU MAFÊ KURDAN ASTENG BIKE ÇI PLAN HEBE DÊ BIKE'

 

Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif li ser îhtîmala operasyoneke li dijî Efrînê da zanîn ku siyaseta Tirkiye li herêmê dimeşîne ji dûrê aqilan e û got: "Yanî em ji pêşî de dibêjin ku siyaseta Tirkiye li herêmê dimeşîne, siyaseteke biaqilane nîn e, lewra hemû ihtimal di rojevê de ne. Ihtimala êrîşê di rojevê de ye. Tirkiye ji bo ku mafê kurdan asteng bike, çi plan hebe dê bike. Me vê meseleya gefan bi Amerîkayê re bi Rûsyayê re me bi hemû civka navneteweyî re axivîn. Tirkiye beriya niha bi rêya DAIŞê aloziya Sûriyeyê zêdetir dikir bi rêyên hêzên ku piştgiriya wan dike çareseriya li Sûriyeyê asteng dike. Ne Amerîka ne jî Rûsya ji bo ku em şerekî bi Tirkiyeyê re bikin ne amade ne. Ji xwe tehemula wan ji bo aloziyekî û şerekî nû jî tine ne. Ji ber vê yekê di qeneata min de rayagiştî ya navneteweyî ne divê plana Tirkiyeyê de ye."

‘EGER ŞERT GUNCAV BIBIN DIBE EM BEŞDARÎ ARTÊŞA SÛRIYEYÊ BIBIN'

Li ser îdiayên ku di saziyên çapameniyê de cih girtin ku HSDê dibe piştî şer tevlî Artêşa Sûruyeyê bibe Foza Yûsif destnîşan kir ku, "Em jî li dijî şer in. Dema li cihekî çareseriya siyasî çênebe, wateya van daxuyaniyan namîne j xwe. Dema ku mafên me hatin dayîn, ewlehiya me hatin sazkirin ev mijar dibe were nîqaşkirin. Niha nîqaşên bi vî rengî ti wateya wî nîn e. Eger şert guncav bibin dibe em beşdarî Artêşa Sûriyeyê bibin. (sputnik)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.