1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Nêçîrvan Barzanî û McGurk pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin
Nêçîrvan Barzanî û McGurk pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û McGurk pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin

Serokwezîr Barzanî îro li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk civiya û aliyan behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û herwiha hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir.

A+A-

Îro Sêşem piştî nîvro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û şandeke pê re kir.

 

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, hewldanên pêkanîna hikûmeta nû, rûniştinên Parlamentoya Iraqê, egera pêkanîna hevpeymaniya herî mezin û pêngava yekemîn a ji bo damezrandina hikûmeta nû hatine gotûbêjkirin.

 

Şanda amerîkî rola Herêma Kurdistanê ya di hevbeşbûna proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta Iraqê de giring wesif kir. Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk hêvî kirin ku hikûmeta nû ya Iraqê di demeke nêzîk de were avakirin, ku berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê berçav bigre û welat bikeve qonaxeke nû.

 

Di civînê de herwiha hilbijartinên 30ê Îlonê yên Parlamentoya Kurdistanê jî hatine nirxandin.

 

Li gorî daxuyaniyê McGurk ji ber birêveçûna hilbijartinên Kurdistanê kêfxweşiya xwe aniye ziman û hêvî kiriye proseya dengdan û hilbijartinê bi serkeftî derbas bibe.

 

Barzanî li gel şandeke leşkerî ya amerîkî civiya

 

Ji aliyê din ve îro Serokwezîr Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya amerîkî ya bi serokatiya Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Sûriye û Iraqê general Pol Fank kir, ku bi armanca bidawîbûna erkê xwe û nasandina şûngirê xwe, serdan kiribû.

 

General Frank ji ber hevkariyê spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û bi pûxteyî derbarê parastina seqamgirî û hevkarîkirina Wezareta Pêşmerge li rahênan û rêxistinkirina wezaretê de agahî pêşkeş kir.

Geralê amerîkî di civînê de general Poll Joseph Lakamera yê şûngirê xwe bi Serokwezîr Barzanî nasand ku wek fermandarê hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê dest bi kar dike û hêvî xwest di karên wî de hevkarî û hêsankarî ji wî re were pêşkeşkirin.

 

Nêçîrvan Barzanî piştrast kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge ji bo têkbirina terorê li navçeyê dê bi berdewamî li gel Hevpeymaniya Navdewletî di nav hevkarî û hemahengiyê de be.

 

Serokwezîr Barzanî herwiha ji ber birêxistinkirina Wezareta Pêşmerge spasiya şanda serbazî ya amerîkî kir.(rudaw)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.