1. HABERLER

  2. YAŞAM

  3. Necmedîn Kerîm koça dawî kir
Necmedîn Kerîm koça dawî kir

Necmedîn Kerîm koça dawî kir

Necmedîn Kerîm sala 1949an li Kerkûkê ji dayîk bû. Heta xwendina amadeyî li wî bajarî bû û paşê çû Mûsilê û beşa pizîşkê li Koleja Pizîşkê ya Mûsilê xwend. Kerîm sala 1972an jî bû Pêşmerge.

A+A-

Siyasetmedarê Kurd û parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm koça dawî kir.

Nivîsingeha Parêzgarê Berê yê Kerkûkê ragihand, Necmedîn Kerîm piştî nexweş ketinê li Amerîkayê canê xwe ji dest da û “li ser daxwaza wî termê wî dê bo Kerkûkê bê anîn.”

Li gor daxuyaniya wê nivîsîngehê, Necmedîn Kerîm demjimêr 11.00ê şev bi dema Amerîkayê koça dawî kir

Nivîsingeha Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm roja 28ê vê mehê ragihandibû ku Kerîm tûşî celteya mejî bûye û li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.

Nivîsingeha Necmedîn Kerîm belav kiribû, çend roj berî niha Necmedîn Kerîm “wek her hemwelatî û mirovekî asayî tûşî celteya mejî bû û ji ber wê yekê ketiye nexweşxaneyê.”

Li gor daxuyaniya nivîsingeha wî, Necmedîn Kerîm berî koça dawî, raspardeyek bicî hişt ku ji bo selametî û tendirustiya giştî di rewşa niha ya belavbûna Coronayê de, ti cor qerebalixî û taziye bo neyê dayîn.

Li ser wesiyeta wî, Dr. Necmedîn Kerîm, bi şêweyekî demkî dê li bajarekî din ê “Kurdistanê bi axê bê spartin heta wê dema ku bajarê Kerkûkê tê azadkirin û di jêr emniyet û aramiya Hêzên Pêşmerge de dibe, bi şêweyek daîmî dê bibin bo bajarê Kerkûkê.”

Necmedîn Kerîm sala 1949an li Kerkûkê ji dayîk bû. Heta xwendina amadeyî li wî bajarî bû û paşê çû Mûsilê û beşa pizîşkê li Koleja Pizîşkê ya Mûsilê xwend. Kerîm sala 1972an jî bû Pêşmerge.

Necmedîn Kerîm sala 1975an Iraq bicî hişt û li Amerîkayê bicih bû û sala 2009an jî vegeriya Kerkûkê û ji sala 2011an ta 2017an parêzgarê Kerkûkê bû.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.