1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hevre ne
Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hevre ne

Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hevre ne

AZADÎ, DBP, HDP, OSP, PAK, PDK, PDK-T, PÎA, PSK

A+A-

Neh rêxistin û partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê HDP, DBP, PDK-T, PDK-B, PSK, PAK, Hereketa Azadî, OSP û Partiya Însan û Azadiyê bi slogan "Îro zimanê me yê dayîkê sibe neteweya me" daxuyaniyeke hevbeş dan û ragihandin ku ew “ji bo zimanê xwe bi hev re ne”.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistana-Tirkiyê (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-B), Partiya Azadî û Sosyalîst (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) yên Bakurê Kurdistanê derbarê zimanê Kurdî de daxuyaniyeke hevbeş a ji çar xalan pêk tê dan.


Di daxuyaniya xwe de HDP, DBP, PDK-T, PDK-B, PSK, PAK, Hereketa Azadî, OSP û Partiya Mirov û Azadiyê ragihandin: “Em neh rêxistin û partiyên ku navê wan li jêr hatiye nivisandin, ji bona zimanê dayikê xwe ya ku hevbeş û berfireh e, li dijî asmilasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, ji bona ku em bi hevre deng derxînin û dengê ku ji gelê me jî derkeve hîna bilindtir bikin, hatine cem hev.”


Neh rêxistin û partiyên navborî di xala yekem a daxuniyê de vê hişyarî din ku “Îro zimanê me, siberoj jî netewa me wê têk biçe” û dibêjin: “Li miqabilî vê rastiya hanê rûberû bûneke kûr ku xwîn jê diniqûte, ji bona ku em birînên xwe bikewînin, birînan bipêçin û bi hevdu re bersiveke bibînin, hatine cem hev. Bi saziyên siyasî û sivîl, bi rewşenbir û hunermandan re, bi mellan re, li dijberî asimilasyona zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) çareseriyên rojane û dêmdirej bibînin, hatine cem hevdu.”

 

Xalên din ên daxuyaniya hevbeş a rêxistin û partiyên Kurdî yên Bakurê Bakurê Kurdistanê bi vî awayî ne:


- Em bi hişmendiya ku her gel bi ziman û kultura xwe heye tevdigerin. Em dixwazin ku miletê me li malan û kolanan, li dolmîş û otobusan, li nexweşxanan bi Kurdî (Kurmancî-Zazakî) biaxivin. Bi vê mebestê em dixwazin banga gelê xwe bikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin.


- Em, ji bona ku siyaseta dewleta Tirk ku zimanê me xistiyê ber sikratê teşhîr bikin, ji bona ku li dijî siyaseta yek tîp kirinê, red û înkara li dijî kurdan eşkere bikin, li ser sê beşên bingehîn em xebatê bikin, hatinê cem hevdû;


Yek, ji zimanê me yê ku dewlet dixwaze tune bike, bi saziyên pispor re, bi kesayetiyên Kurdan re, bi dînamîkên sivîl û siyasî re û bi gelê xwe re em dikarin çi bikin? Ji bona bersiva van pirsan em hatine cem hev.


Didu, ji Dewleta Tirkiyê ji bona ku astengên li hemberî zimanê Kurdî ji holê rabin û ji dibistanê seretayî heta zanîngehan zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li gel zimanê Tirkî di dora didûyan de bibe zimanê fermî û pejirandî, me biryara têkoşineke hevbeş daye.


Sisê, em li hemberî asîmîlasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, dixwazin qêrîna gelê xwe bigîhînin raya gişti ya dinyayê û mirovên xwedî vijdan li Tirkiyê, dengê xwe bigihînin saziyên navdewletî weke Yekitiya Neteweyan, UNESCO, Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa ûhw. Emê ji bona mafê zimanê xwe alikariyê ji wana bixwazin.


-Em, bi hemû van pêngavan ku wê bêne avêtin ji kadroyên sivil û siyasî û ya herî girîng jî ji gelê xwe dixwazin ku alikariya bingeha kultura demokrasiyê û Tifaqa Neteweyî di nava Kurdan de bikin. Pengavên ku di vê mijarê de bêne avêtin ne pêngavên dawiyê ne lê em dixwazin û hewl didin ku ev bibin pêngavên destpêkeke nû.


AZADÎ, DBP, HDP, OSP, PAK, PDK, PDK-T, PÎA, PSK

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.