1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Nexşerêyeke 5 salî bo Herêma Kurdistanê hat diyarkirin
Nexşerêyeke 5 salî bo Herêma Kurdistanê hat diyarkirin

Nexşerêyeke 5 salî bo Herêma Kurdistanê hat diyarkirin

Nexşerêyeke 5 salî bo Herêma Kurdistanê hat diyarkirin

A+A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serpereştiya civîneke berfireh ya saziyên peywendîdarên dûvdaçûna pêvajoya çaksaziyê kir û tê de nexşerêyeke 5 salî bo jinavbirina gendeliyê li Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja îro Şemiyê (07.01.2017) li Selahedîn, serpereştiya civîneke berfireh ya dûvdaçûna pêvajoya çaksaziyê kir.

 

Civîn bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Serokê Desteya Destpakî Dr. Ehmed Enwer, Serokê Dawakarê Giştî Hakim Cewad Fetah Axa, Serokê Encûmena Dadwerî Hakim Bengîn Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî bi wekalet Xalîd Hadî Çawişlî, birêveçû.

 

Mesûd Barzanî amaje kir ku ji bo nirxandina pêvajoya çaksazî û rûbirûbûna gendelî û dirustkirina hemahengiya zêdetirê hemû saziyan û destnîşankirina mekanîzma dûvdaçûn û bi cihkirina hengavên pêwîst in.

 

Derbarê vê yekê de Barzanî ragihand ku rast e pêvajo destpêkiriye, lê belê pêwîst e hemahengiya zêdetir hebê û rûnkirin û agahdarkirin berdewam di derbarê hengavên pêvajoyê ji bo raya giştî hebe.

 

Di vê civînê de Nêçîrvan Barzanî, ji bo rexsandina derfeta vê civînê spasî Serokê Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku li ber ronahiya rasparde û biryarên Barzanî li 10.02.2016 li Wezareta Darayî û pêdaçûnê ve bi rûnî dahatên neft, çendîn hengavên çaksaziyê li ber hatine girtin û prose jî li ber ronahiya biryarên Barzanî berdewamin.

 

Qubad Talebanî jî diyar kir ku pêwîst e ronîkirina di derbarê hengavan û bernameya karê hikûmetê de hebe.

 

Serokê Desteya Destpakî Dr. Ehmed Enwer jî wiha got, "reşnûsa stratejiya niştîmanî ya rûbirûbûna gendeliyê" di qonaxa dawiyê de ye ku têda nexşerêya rûbirûbûna gendeliyê di dema 5 salên pêş de hatiye destnîşankirin.

 

Di civînê de amadebûyan destnîşan kirin ku ew pêvajoya niştîmanî û seranserî û pêkveyî û hevbeşî bi hemû aliyek ve û ne proseyeke tolhildanê ye û li gor yasa û dadperwerî muamele li gel babetan tê kirin û pêwîstî bi hevkarî û medya û piştgîriya siyasî û hemû aliyan heye.

 

Tekez jî li wê yekê kir ku pêvajo, proseyeke berdewame û nabê hîç kes û aliyek li bin hîç navnîşanek astengî li ber proseyê dirust bike.

 

Di dawiya civînê de biryar hate dayîn ku roja Dûşemê 16.01.2017 li Serokayetiya Encûmena Wezîran, civîneke berfireh ya Serokayetiya Encûmena Wezîran û Nûnerê Serokayetiya Herêma Kurdistanê û wan saziyên peywendîdarên li vê civînê de beşdar in, birêve biçê heta berkarên kirdarî li ber bigrin û her saziyek nexşerê û mekanîzmek pêşniyar bike ji bo ku di çarçoweya lijneyekî bilind a hemahengiyê de dûvdaçûna hemû proseyên çaksaziyê bê bicîhkirin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.