1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. NY: 100,000 Hezar Sîvîl li Reqa Asê Mane
NY: 100,000 Hezar Sîvîl li Reqa Asê Mane

NY: 100,000 Hezar Sîvîl li Reqa Asê Mane

Wêne: Sivîlên Reqa yên ku giheştine kampên di bin kontrola HSD'ê de

A+A-

Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) bi daxuyanîyekê ragihand ku li Reqa, bi qasî 100,000 sîvîlên ku dixwazin ji herêma DAIŞ’ê birevin, asê mane.

Komîserê OHCHR’ê Zeîd Raad el-Huseyîn dîyar kir ku pevçûnên gur yên di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka û çekdarên DAIŞ’ê de, sê hefte ne didomin û sîvîl nizanin birevin kû.

Zeîd da zanîn ku ji serê operasyona rizgarkirina Reqa, ku di 6’ê Hezîranê de destpê kiribû, bi kêmî ve 173 sîvîl hatine kuştin û got ku ‘’jibo serkeftine leşkerî ya zû divê sîvîl nebin qurbanî’’

Komîserê OHCHR’ê, koalîsyona navneteweyî jî di nav de, bang li hemî hêzên ku li herêma Reqa operasyonan li dar dixin kir ku bo rizgarkirina sîvîlan tedbîrên berfireh bistînin. (voanews)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.