1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. NY: Gûman heye di êrîşa li ser Efrînê de gaza Klor hatibe bikaranîn
NY: Gûman heye di êrîşa li ser Efrînê de gaza Klor hatibe bikaranîn

NY: Gûman heye di êrîşa li ser Efrînê de gaza Klor hatibe bikaranîn

Netewên Yekgirtî radigehîne, gûman heye ku di êrîşa li ser Efrînê de gaza Klor hatibe bikaranîn.

A+A-

Şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura di civîna Encûmena Asayişa navdewletî de axivî û got, di êrîşa li ser Efrînê û di şerê Xuta Rojhelata Şamê û Îdlibê de gûman heye ku gaza Klor hatibe bikaranîn.

Şanderê navdewletî ji bo Suriyê herweha got, ta niha ti asoyê çareserkirina rewşa li Efrînê nîn e û di encama operasiyona artêşa Tirkiyê li ser Efrînê hejmareke zêde ji welatiyan şehîd bûne.

Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve ji 20ê meha bûrî ve êrîşî ser bajarê Efrînê dikin û ta niha di encama êrîşa firoke û topxaneya Tirkiyê zêdetir ji 180 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 400 kesan jî birîndar bûne.(k24)

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.