1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Operasyona Bagera Cizîrê berdewam e
Operasyona Bagera Cizîrê berdewam e

Operasyona Bagera Cizîrê berdewam e

Operasyona Bagera Cizîrê di 9ê Îlona sala 2017an ve li navçeyên rojhilata Dêrezorê li dijî DAIŞê destpêkir bû, lê ji ber êrîşa Tirkiyê ye bi ser herêma Efrînê ve hatibû ragirtin û niha ew careke din dest pê dike.

A+A-

Berdeveka Operasyona Bagera Cizȋrê Lȋlwa Ebdella ji Rdawêre da zanȋn ku Hevpeymaniya Navdewletȋ ya Dijî DAIŞê di piştgirya wan de berdewam in. Herwiha farmanderekȋ meydanȋ jî da xuyakirin ku armanca wan têkbirina DAIŞê ye ji herêmê û bi taybet navçeyên li ser sȋnorê Iraqê

 

Operasyona Begera  Cizîrê di 9ê Îlona 2017an de li navçeyên rojhilata Dêrezorê li dijî DAIŞê destpêkir bû, lê ji ber êrîşa Tirkiyê ya ser bi herêma Efrînê ve hatibû ragirtin, niha ew careke din dest pê dike.

 

Encumena Leşkerȋ ya Dêrezorê j nû ve destpêkirina Operesyona Bagera Cezȋrê ya li rojhilatê Çemê Feratê yai dijȋ DAIŞê ragihand.  

 

Berdeveka Operasyona Bagera Cizȋrê Lȋlwa Ebdella wiha axifî: “Hin zaniyarȋ hebûn ku dê Hevpeymaniya Navdewletȋ ji Sûriyê vekişe lê ew ne rast in ji ber ku heta niha Hevpeymaniya Navdewletȋ alȋkariyê pêşkêşȋ me dike. Herwiha alȋkariya asmanȋ jȋ ji bo berdewamkirina Operesyona Bagera Cizȋrê jî pêşkêş dike.” 

 

Bi sedema êrîşa ser Efrînê piştî 20 Çileya derbasûyî, Operesyona Bagera Cezȋrê hatibû rawestandin, ku bi armanca ji navbirina DAIŞê li herêmê û aramkirina sȋnorê li gel Iraqê ye.

 

Fermandarê Meydanȋ yê Operasyona Bagera Cizȋrê Nuaman Cȋlo jî got: “Armanca operasyonê ew e ku em sȋnorê xwe saxlem bikin. Li ser sînoran liv û tevgera DAIŞiyan gelek heye û ev yek jî xeter e. Gelek teqȋn çê dibin û şanên veşartȋ hene.  Hêdȋ hêdȋ em û hêzên Iraqê her yek ji aliyê xwe ve sȋnorê xwe biparêzin DAIŞ dê nemîne.”

 

Bajarokê Hejȋnê yê ku 110 kȋlometran li rojehelatê Dêrzêzorê dikeve, navendeke sereke ye ji çekdarên DAIŞê re. Ev rêxistin ligel 13 gundên din li Rojhilatê Çemê Feratê û bi dirêjahiya 120 kȋlometran herêmên di navbera Dêrezorê û Hesekê de kontrol dike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.