1. YAZARLAR

  2. Abdurahîm Orhan

  3. PANZEHİRA TIRSÊ CİSARET, YA TARİYÊ RONAHÎ YE
Abdurahîm Orhan

Abdurahîm Orhan

Yazarın Tüm Yazıları >

PANZEHİRA TIRSÊ CİSARET, YA TARİYÊ RONAHÎ YE

A+A-

Di van du-sê salên dawî de, tiştên li welatê me diqewimin ecêbên mezin in. Berê ji pêvajoya aştiyane ya çareserkirina pirsgirêka Kurd dûr ketin pêk hat. Demek piştî wê jî 15 Tîrmehê tiştek beradayî pêk hat ku mirov nizane derbe bû, çi xweliya binê kuçka bû.

 

Piştî wê ji xwe her tişt ser û bin bû. Rewşa awarte dîsa hate nav jiyana me (ji xwe bo Kurda tam neçûbû), standardên wê zêde baş nebin jî ew hikuka (dad) heyî jî edî ji holê hate rakirin.

 

Ji 150.000 zêdetir xebatker bê mehkeme, bê parastin û be agahî dayîn bi riya KHK (biryarnameyên di hikmê qanûnê) ji kar hatin avêtin. Bi dehan sazî û dezgehên medyayê hatin girtin, dîsa bi sedan saziyên sivîl û saziyên aborî hatine girtin, mal û milkê wan hat desteser kirin. Siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger rastî girtin û zextên mezin hatin. Îşkence û muameleya nebaş zêde bûye...

 

Gelo ma çi tiştên ji van cudatir û mezintir hene ku demên derbeya bê serê civakê? Ma civak ji bo van derketibû meydanan?

 

Ji bo destxistina erka (desthilata) dewletê berî hingav jî di nav hêzên tarî û kûr da şerên bi vî awayî çêbibûn, bi riya derbeyan yan bi riyên nepenîtir desthilatî dihatin guhartin. Dewleta Tirk çi cara li ser hiqûqek baş nebû malê hemû mileti. Her daîm komên çetewarî yên taybetmendiya wa ya sereke nijadperestên Tirk bûyîn bû hewil dane ku dewlet di bin kontrola wan de be.

 

Şerê van koma di navbera kî be bila bibe Kurd her daîm bûyîne qurbanî mixabin. Şerê li gel 15 Tîrmehê geş bûyî yê navbera komên Tirk da dîsa Kurda zirarek mezin dît. Çi eleqeya wan bi Fettulahçiyên nijadperestên Tirk tunebe hetta çepî we qet hej Fettullahçiyan neken jî dîsa dewlet ser Kurdan de diçe. Çi li bakûr, çi li başûr, çi li rojava û rojhelat...

 

Dewletê tirsek mezin di nav mileti da çêkiriye, nahelê yek evdê Xwedê derkeve kolana daxuyaniyeke muxalifê tiştên diqewime bide. Kî derbikeve desteser dike, tabî yên piştgirî dide dewletê hariç.

 

Însanên li ser medya civakî fikrên xwe tînine ziman wek terorîstan muamele dibînin. Bêdengî ketiye hemû cureyên medyayê, piraniya civakê ketiye nav bêdengiya mirinê.

 

Mixabin bêdeng bûyîn, li mala xwe rûniştin mirov naxe nav ewlehiyê. Gelek însanên bê guneh, haja wan bi tiştekî tuneye heta ke piştgirî didin dewletê jî tu dibînî rastî muameleya bêhiquqî dibin. Ji xwe cihekî bêhiqûqî hebe bo herkesî heye. Îro li tiştek li we neyê jî eve nayê wê wateyê ku sibê tiştek li we nayê.

 

Ji ber hinde çareseriya ji vê rewşa nebaş xilas bûyînê; daxwaziya hiqûq û edalete yê. Ji bo vê armanca pîroz li gor îmkanên xwe, bi awayek aştiyane, zelal û demokratîk mucadele kirin şert e. Hem bo xwe hem bo herkesî.

 

Belê, çareya şikandina tirsê ne zêdetir tirsîne, çepî wê wêrekiye (cisaret e)! Çareya destxistina ronahiye biçûk be jî mûmek vexistine, ne ber bi kuncen tarî ve revîne. Destê Xwedê li ser me be...

 

NOT: Du roj berî niha hevalê min yê ezîz, niviskar birêz Murat Bozdemir jî hatiye binçav kirin. Hevîdarim ku demek zû were berdan û bi rûyê xwe yê ken, dilê xwe yê tijî evînî û mejiyê xwe yê tijî hêvî ve dîsa wek berê ronî bêxe nav me.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum