1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. PDKÎ: Pêşmergeyên me li Pîranşarê şehîd bûn
PDKÎ: Pêşmergeyên me li Pîranşarê şehîd bûn

PDKÎ: Pêşmergeyên me li Pîranşarê şehîd bûn

Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ anko HDKA) ragihand, ku di şer û pevçûnên şeva Şemiyê 06-08-2017 ya li navçeya Pîranşarê (Xanê) ya parêzgeha Urmiyê de 2 pêşmergeyên wan ên bi navê Yaqûb Miradî û Hêmin Mewlanjad şehîd bûne.

A+A-

Partiya Demorkata Kurdistana Îranê derbarê şer û pevçûnên şeva Şemiyê yên li navçeya Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê di pevçûnan de 2 pêşmergeyên bi navê Yaqûb Miradî, ku xelkê navçeya Hewşar e û Hêmin Mewlanjad, ku xelkê Mihabadê ye, şehîd ketine.

PDKÎ herwiha da zanîn, ku di dema şer de 4 endamên Supaya Pasdarên Îranê hatine kuştin û 6 pasdar jî birîndar bûne.

Hêjayê gotinê ye, ku demjimêr 11.00ê şeva Şemiyê 06-08-2017, komeke pêşmergeyên PDKÎli herêma Serê Hewarî Şêxe li navçeya Pîranşarê ketine kemîna pasdarên Îranê.

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê, Mihemed Pakpûr jî ragihandibû ku hêzeke çekdar ketiye kemîna wan û di pevçûnan de 2 endamên wê komê hatine kuştin û 4 kesên din jî bi birîndarî ketine destê wan. (rudaw)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.