1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Pêvajoyên Dawî li Bajarê Efrînê
Pêvajoyên Dawî li Bajarê Efrînê

Pêvajoyên Dawî li Bajarê Efrînê

Li gundê Kurka yê devera Mabeta jî jineke Kurd û zaroka wê ya 2 salî piştî revandê û destdirêjîyê kuştî hatin dîtin.

A+A-

Di çend rojên borî de hejmarek rûdan û pêşhateyên ewlehî û leşkerî li Herêma Efrînê ku di bin serdestîya Tirkîyê û komên çekdar yên pê re de ye, çêbûn.

Di vê derbarê de hate zanîn ku hêzeke polîsên leşkeî ya Rûsî derbasî devera Cindirêsê û Şîyê ku li rojavayê Efrînê ne bûye, li gor jêderên herêmî ji Dengê Amerîka re dîyar kirine, ne belîye ku ev hêz dê li wan deveran bi cih bibe lê tenê geşteke lêgerînê bû.

Heman jêderan ragihand ku polîsên leşkerî yên Rûsî li Çiyayê Parsa Xatûn jî gerîyan û tê guman kirin ku ewê li derîyê sînor Bab El-Selama yê Herêma Ezaz bi Tirkîyê re nuqteyekê çêke.

Şeva Şemîyê bi ser Yekşemê ve jî balefireke keşfê ya nenas navendeke koma çekdar ya bi navê “Firqet El-Hemzat” li Gelîyê Heftar li navçeya Xastîyan bombebaran kir, gundîyên wê navçeyê eşkere kirin navenda ku hatiye bombebaran kirin di navbera gundên Kaxrê, Satîya û Çolaqa de ye.

Gundîyan dîyar kir ku berî bombebaranê dengê pevçûnan bi guleyan ji wê derê hatiye, ku tê pêşbîn kirin ew pevçûn di nav komên çekdar bixwe de be ku gelek caran li ser parvekirina mal û milkên Efrînîyan ku wan talan kirine şer dirdikeve.

Gundîyan got, piştî bombebaranê koma çekdar ji wan xwestiya ronîya malên xwe vemrînin û hemleyek lêgerînê destpê kirine.

Li bajarê Efrînê jî li taxa Eşrefîyê şer di navbera çekdarên El-Cebha El-Şamiyê de derket, sedama şer li gor rûniştvanan nakokî li ser dizînê ye, û di encamê de çend çekdar birîndar bûne.

Li gundê Miskê yê devera Cindirêsê hate ragihandin ku koma bi navê Ehrar Elşerqîye careke din dest bi dizîn û talankirina malên gundîyan kirîye.

Li gundê Kurka yê devera Mabeta jî jineke Kurd û zaroka wê ya 2 salî piştî revandê û destdirêjîyê kuştî hatin dîtin.

Li gundê Gobekê yê heman deverê dîsa komên çekdar bi ser gund de girtin, hemû mobaylên gundîyan desteser kirin, tiştên malan talan kirin û 4 kesên bi navê (Emîr Mustefa, Gilgil Hemo, Mihemed Hesen û Xebat Şahîn) revandin cihekî nedîyar.

Li gundê Mîrkan jî El-Cebha El-Şamiyê deh kes revandin 3 kes ji wan hatin naskirin ew jî (Mistefa Eslan, Ebulkerîm Hiso û Xelîl Hisnî)

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku zêdegavî û binpêkirinên Tirkîyê û komên tundrê yên pêre dijî şênîyên Efrînê ji dema desteserkirina wan ji herêmê re didomin, ji kuştin, lêdan, êşkence û revandin, ku çaresûna bi sedan welatîyan ne dîyar e, tevî kiryarên dizîn û talankrinê.

Li alîyekî din Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyanêyekê ragihand ku şervanên wan çalakîyek li gundê Kefer Cenê pêk anî ye û tê de leşkerekî Tirk û endamekî komên çekdar hatine kuştin.

Herwiha li gundê Şedîya jî pevçûn di navbera komeke YPGê û çekdarên îslamî de derketiye û tê de 3 çekdar hatin e kuştin û 2 şervanan jî jîyana xwe ji dest dan e.

Raporta Newroz Reşo

by VOA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.