1. HABERLER

  2. ÖZEL DOSYA

  3. Pisporê Rûsî: Dê Amerîka piştgiriya kurdan berdewam bike
Pisporê Rûsî: Dê Amerîka piştgiriya kurdan berdewam bike

Pisporê Rûsî: Dê Amerîka piştgiriya kurdan berdewam bike

Pisporê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk ya Rûsyayê Vladîmîr Fitîn diyar kir ku dê Amerîka ji bo ku hebûna xwe ya li Sûriyê dabîn bike dê bi berdewamî çekan ji kurdan re bişîne û balkêşand ser ku divê ji soza Trump neyê bawer kirin.

A+A-

Pisporê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk ya Rûsyayê Vladîmîr Fitîn ji Spûtnîkê re axaftina telefonê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ku hatibû gotin Trump gotiye "Em ê çekan hew bidin kurdan" nirxand. Fitîn diyar kir ku: "Zêde ewlehî li soza Trump nayê. Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi xwe jî got heya ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi DAIŞê re têbikoşin dê ew hevkariyê berdewam bikin."

 

‘SEDEMEKE KU AMERÎKA LI SÛRIYÊ BIMÎNE TUNEYE'

Lê belê Fitîn balkêşand ser ligel ku tu sedemeke meşrû ku Amerîka li Sûriyê bimîne tunebe jî plan dike ku li Sûriyê bimîne û weha berdewam kir: "Washington biryara 2249an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî esas digre. Di vê biryarê de bang li hemû dewletan tê kirin ku li hemû herêmên ku DAIŞ li wan hebe, piştgiriyê bidin têkoşîna dij DAIŞê. Lê belê ji ber ku DAIŞ li ber tunebûnê ye, sedemeke meşrû ku leşkerên Amerîka li Sûriyê bimînin nemaye. Ji ber vê yekê Amerîka li herêmên di jêr kontrola HSDê de hewl dide hebûna xwe biparêze.

‘AMERÎKA JI BO QOZÊN DI DEST XWE DE WENDA NEKE ÇI JI DEST WERE DÊ BIKE'

Pisporê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk ya Rûsyayê Vladîmîr Fitîn ji Spûtnîkê re axaftina telefonê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ku hatibû gotin Trump gotiye "Em ê çekan hew bidin kurdan" nirxand. Fitîn diyar kir ku: "Zêde ewlehî li soza Trump nayê. Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi xwe jî got heya ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi DAIŞê re têbikoşin dê ew hevkariyê berdewam bikin." (sputnik)

Etiketler : , , ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.