1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Piştî Îdiayên Êrîşa Kîmyayî li Îdlibê, Fransa bang li NY kir
Piştî Îdiayên Êrîşa Kîmyayî li Îdlibê, Fransa bang li NY kir

Piştî Îdiayên Êrîşa Kîmyayî li Îdlibê, Fransa bang li NY kir

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Marc Ayrault, piştî belavbûna îdiayên êrîşeke gazîn li Îdlibê, îro Sêşemê bang li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî kir ku kombûneke awarte pêk bîne.

A+A-

"Îro êrîşeke kîmyayî ya pir cidî li Îdlibê pêk hat. Ahagîyên pêşîn nîşan didin ku jimareke mezin ya qurbanîyan hene ku di nav wan de zarok jî hene. Ez vê êrîşa qirêj şermezar dikin."

Ayrault di daxuyanîyeke nivîskî de got ku êrîşên hov yên wiha ewlehîya cîhanî tehdît dike. Wî bang li civata navnetewî kir ku berpirsîyên xwe bi cîh bîne.

Fransa, Brîtanya û Welatên Yekbûyî yên Amerîka di meha Şubatê de pêşnîyarek amade kiribû ku karbidestên bilind hikûmeta Sûrî, jiber karanîna çekên kîmyayî di şerê navxweyî ya şeş salên borî de, ceza bike, lê ew bizav ji hêla Rûsya û Çînê hatibû veto kirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.