1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Plana roja Newrozê ya Kerkûkê hat eşkerekirin
Plana roja Newrozê ya Kerkûkê hat eşkerekirin

Plana roja Newrozê ya Kerkûkê hat eşkerekirin

Fermandarê Parastina Asayişê ya Kerkûkê Mein Seidî plana ewlehiyê ya ji bo şahiyên cejna Newrozê yên li Kerkûkê eşkere kir û ragihand: “Dibe ku alayên cur bi cur werin bilidkirin, lê ti alayek li ser ti avahiyek, yan jî bi awayekî fermî dê neyê bilindkiri

A+A-

Mein Seidî bi daxuyaniyekê diyar kir: “Bi beşdariya hêzên dezgehên Dije-Teror û polîs, me planeke bi hûrgilî ji bo parastina navenda bajarê Kerkûkê di rojên cejna Newrozê de dariştiye, li gor planê teqekirin qedexe ye û rê li bikaranîna motorsîkletê jî nayê dayîn.”

 

Fermandarê Parastina Asayişê ya Kerkûkê Mein Seidî herwiha diyar kir: “Dibe ku di şahiyan de cilûbergên cur bi cur li xwe bikin û alayên cur bi cur bilind bikin, lê ti alayek li ser ti avahiyek, yan jî bi awayekî fermî dê neyê bilindkirin. Me ji bo parastina asayişa bajêr hemû rêkarên pêwîst dane ber xwe.”

 

Kurd her sal bi boneya cejna Newrozê û bîranên Adarê aheng li dar dixin, li gor daxuyaniya rayedarên Kurd ên parêzgeha Kerkûkê “piştî êrişa artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Kerkûk û deverên nakokî, Kurd rastî binpêkirinan tên”.

 

Di Newroza sala 2017an de Ala Kurdistanê li ser Kelha Kerkûkê hat bilindkirin û agirê Newrozê bi beşdariya gelek welatiyên li wî bajarî hate vêxistin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.