1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Putin: Amerika Amadekarîya Êrîşên Provokatîf Dike
Putin: Amerika Amadekarîya Êrîşên Provokatîf Dike

Putin: Amerika Amadekarîya Êrîşên Provokatîf Dike

Serokê Rûsya Vladimir Putin da zanîn ku ji bo ku ew bizanibin berpirsê êrîşa kîmyayî ya li Sûrîyê kî ye, ewê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin.

A+A-

Putîn dîyar kir ku li gor agahîyên wan yên îstixbaratî, Amerîka li Sûrîyê plana êrîşên nû kiriye.

"Îstixbarat giheşt me ku li Şamê û hin deverên din amadekarîya êrîşên provokatîf têne kirin. Dê çekên kîmyayî di van deran kin û hikûmeta Sûrîyê bi karanîna wê sûcdar bikin."

Serokê Rûs, çend demjimêr berî Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson here Moskow wisa axifî.

Tillerson ewê îro Çarşemê bi hevatayê xwe yê Rûs Sergei Lavrov re bicive, lê jêderên fermî hîn nedena zanîn ku ewê Tillerson û Putin kom bibin yan na.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.