1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. 'PYD TEHEMULA MUXALEFETA KURDÊN DIN NAKE'
'PYD TEHEMULA MUXALEFETA KURDÊN DIN NAKE'

'PYD TEHEMULA MUXALEFETA KURDÊN DIN NAKE'

Kovara The Economist a li Brîtanyayê weşanê dike, di hejmara xwe ya dawiyê de parast ku dibe Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) perçe bibe

A+A-

Kovara The Ecomonist a Brîtanî gotareke bi sernavê ‘Kurdên Sûriyeyê bi ser ketin ku bigihêjin Reqqayê lê dibe ku niha têkbişikên' weşand û tê de got, "Vê hefteyê seltenata terorê bi dawî bû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ku ji hêzên Kurd û Ereban pêk tê, di 17ê Cotmehê de, piştî şerekî giran ê 4 mehan ew qad bi dest xist. Gava ku li cihên beden dihatin daliqandin, alayên kesk û zer hatin daliqandin, ji bo pîrozbahiyê bang kirin."

 

Gotar wisa berdewam dike: "Kontrolkirina Reqqayê dest nîşan dike ku HSD di têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê de bûye hêza herî bandor a Amerîkayê. PYDa çepgir niha nêzîkî tevahiya Bakurê Sûriyeyê di bin navê Rojava de kontrol dike. PYDê di sala 2016an de xweserî ragihand. Di dema rejîma Esad de qedexe bû ku Kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û bi sed hezaran bê nasname bûn. Gelek kes Rojava, ji bo berovajîkirina vê cudahîkirina vê yekê wekî gavekê dibînin."

'PYD TEHEMULA MUXALEFETA KURDÊN DIN NAKE'

Kovarê di gotara xwe de anî ziman ku 'PYD tehemula mixalefeta Kurdên din nake' û got, "Tê xuyakirin ku rêveberiya otokratîk a herêmê, dixwaze şûna rêveberiyeke zordest bi rêveberiyeke zordest a din re biguherîne. Di meha Gulanê de polîsên ewlehiyê li Qamişloyê bi ser buroyên partiyên muxalîf ên Kurdan de girt û gelek aktivîstên wan desteserkirin. Aktivîstan gotin nîv milyon Kurd li şûna k udi bin rêveberiya PYDê de bijîn, direvin welatên cîranan."

 

'PERWERDEHIYA LI DIBISTANAN GELEKÎ POLÎTÎK E Û NÊRÎNA ÇEP BELAV DIKE'

Di gotarê de behsa perwerdehiya li dibistanan kir û diyar kir ku rayedarên Kurd ji bo wir jî mufredata dibistanên li herêmên di bin kontrola PYDê de pêş niyar kiriye û ev tişt hatin gotin, "Ev mufredeta nû gelekî polîtîk e. Nêrîna çep a PYDê belav dike û ji aliyê ti saziyeke bilind a fermî jî nehatiye pesendkirin." Kovarê herwisa îdia kir ku mamosteyên Ereb ên li Hesekê ev mufredat protesto kiriye.

Kovarê di wê gotarê de îdia kir ku 'rêveberiya zordest a PYDê' wê bibe sedema cudabûna Erebên Sunnî û hat gotin ku ev rewş wê herwisa di nava HSDê de jî rê li pêş cudabûnê veke û ji niha ve gelek Ereb derbasî nava hêzên din bûne.

Ji aliyê din ve hinek aliyên Kurd vê nêrîna kovarê red dikin û dest nîşan dikin ku ji ber nêzîkbûna navbera Kurdên Rojava û Rûsyayê ev analîz bi zanebûn tên kirin û dibêjin, aliyên Îngilîz û Amerîkayê ji ber vê nêzîkbûnê aciz in. Ji ber ku tê zanîn Sûriyeyê beriya niha gotibû, 'Kurd xweseriyê dixwazin û ev dikare were gotûbêjkirin' û herwisa Rûsyayê jî ev daxuyaniya Sûriyeyê bi kêfxweşî pêşwazî kiribû. Ligel vê yekê Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim jî ji bo Spûtnîkê diyar kiribû ku ew dixwazin têkiliyên wan ên ligel Rûsyayê baş bin. (sputnik)

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.