1. HABERLER

  2. SAĞLIK

  3. Qedexeya hatinûçûnê heta biryareke nû hat dirêjkirin
Qedexeya hatinûçûnê heta biryareke nû hat dirêjkirin

Qedexeya hatinûçûnê heta biryareke nû hat dirêjkirin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, biryara qedexeya tund a hatinûçûnê dirêj kir û ragihand, heta maweyekî ne diyar dê bi vî şêweyî berdewam bike.

A+A-

 

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, berî niha qedexeya hatinûçûnê ragihandibû ku demjimêr 12.00ê nîvroya roja 04.04.2020 dest pê kiribû û bo maweyê 48 demjimêran û hemû cihên ku pêştir di dema hatinûnûçûnê de rê pê hatibûn dayîn, hatin daxistin.

Li gor biryara Wezareta Navxwe, qedexeya tund a hatinûçûnê îro demjimêr 12.00ê nîvro bi dawî dihat, lêbelê di biryara nû de hatiye ragihandin, “Em niha mijûlî gotûbêjkirina pêşniyazên birêz parêzgar û serpereştyarên îdareyên serbixwe ne û van nêzîkan beyaneke wezaretê dê bê derkirin bo destnîşankirina rêkarên nû. Heta ragihandina beyana nû, qedexeya hatinûçûnê bi vî şêweyê niha dê berdewam bike.”

Wezareta Navxwe herwiha spasiya hemwelatiyan dike bo, “pabendbûna wan bi rênimayiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna şewba koronayê.”

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.