1. HABERLER

  2. KÜLTÜR-SANAT

  3. Radyo ya Kurd1 Dest bi Weşanê Kir
Radyo ya Kurd1 Dest bi Weşanê Kir

Radyo ya Kurd1 Dest bi Weşanê Kir

Radyoya Kurd1'ê li Parîsê li ser Înternêtê dest bi weşanê kir.

A+A-

Fikra vekirina radyoyê ya hunermendê Kurd Îsa Hesan e.

Wekî ku tê zanîn Enstituya Kurdî ya Parîse di sala 2009 de bi navê Kurd 1 ê televizyoneke çandî ya taybet vekiribû. Îsa Hesen li ser arşîva mozîkê ya Enstitiyê bi salane xebat dike û di televizyona Kurd 1'ê de bernama mozîkê çê dikir.

Birêz Hesen ji Dengê Amerikayê re behsa vekirina radyoyê kir û destnîşan kir 1500 saet zêdetir stranên Kurdî yên resen di arşiva enstituyê de hene.

Radyo Kurd 1, li ser înternetê 24 saet weşana mozîkê dike.

Wî got jibo ev arşîv bigîje lêkolîner û hezkiriyên stranên Kurdî, ketiye nav vê xebatê.

Îsa Hesen dide xuyakirin ger kêfa guhdaran ji weşana radyoyê re were, dibe ku di rojên pêş de bernameyên radyoyê li ser weşanê zêde bikin.

Hûn dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn 23_12_2017

0:01:25/0:06:18

 Direct link 

 

     

    Etiketler :

    HABERE YORUM KAT

    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
    Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.