Münir Maviş

Münir Maviş

Yazarın Tüm Yazıları >

REMEZAN

A+A-

 

Remezan; meha paqijî û tahiriyê ye, ji gunehan. Remezan wek barana payîzêye; çawa ew baran her cure nebatatan toz û qirêjayiyê temîz dike Remezan jî insani, toz û qirêjiya gunehan paqij û tahir dike.

Remezan, şibe tîrêja tavê ya ku meriv disojîne, wisa gunehên însan disojîne. Rojî nefsê ji gunehan tahir dike.

Xwedê Teala razî dike. Nefsê ji teqwatiyê re amade dike.

Nefsê hînî tehemulkirina meşeqetan dike.

Li nik dijwarbûna şehwetê nefsê zeft dike.

Çawa ku Resûlullah(s.a.w.) ev heqîqet beyan kiriye û weha gotiye: “Rojî mertal e. Xewf û tirsa Xwedê Teala di dilê mirovî de zêde dike.”

Rehmet û şefqetê bi ser feqîrande tîne.

Di navbera feqîr û dewlemendan de wekheviyê pêk tîne.

Rojî, siyam e; yanê tê wateya girtinê. Lazim e em zimanê xwe bigirin ji xeybetê, peyvên kirêt û ji derew ê.

Ê duyem jî pirsgirêkeke herî girîng e di jiyana me de, ew jî hêrsbûne. Divê ev xeslet di Remezanê de zêdetir bête girtin, lê mixabin di vê mehê de em zêdetir hêrs dibin û dibin sedemê şer û pevçûnê.

Gelî hevalan, girîngiya vê mehê çi ye, di vê mehê de çi qewimî ye? Belê di vê mehê de (Quran) hatiye daxistin. Di Qurana pîroz de derbarê vî de Rebbê Alemê waha emir dike; “Meha Remezanê ew meh e ku Quran tê de hatiye daxistin; ewa (Qurana) ku ji mirovan re rêber e û nîşandêra hîdayetê ye û cudakera heqiyê ya ji batilê ye. (2/185)

Belê Quran bihara dila ye, di vê mehê de pêwiste ku em zêdetir ser xwendin, fehmkirin û tefekirê rawestin. Divê xwendinek bi devên paqij bête kirin. Çiye devên paqij? Yanê ew deve ku ji her cure derew, gotinên kirêt û gerandina gotinên nebaş dûr e. Divê em xwe, ji van exlaqên nebaş biparêzin, wê gavê dê bandora Quranê li ser me zêdetir be.

Di hedîseke qutsî de, Xwedê Teala gotiye, “rojî ji bo min e, di roja qiyametê de ezê wana deme xelat kirin.” Di vê hedîsêde xala herî girîng ew e ku di dîroka muşrîk û pûtperestan de

kesekî ji bo pût û senemên xwe re rojî negirtiye, ber ku tê gotin, ew taeta ku şîrk têkil nebûyî, rojî ye.

Dîsa Resulê Xwedê di hedîsek xwe de dibêje, “ew kesê zimanê xwe ji derewiyê û gerandina xeberên nebaş neparêze, Xwedê Teala, hewceyê tîbun û birçîbuna wî nîn e.”

Ji dayika me Hz. Eyşe dipirsin: “Ya Eyşe, ma xeybet rojiyê betal dike?”

Ew jî weha bersîv dide: “Ma xurmeke piçûk û qurtek av rojiye dibe.”

Dibêjin: “Belê ma çawa nabe.”

Dibêje: “Xeybet her wekî cûtina goştê birayên xwe yê mirî, xêra rojiyê jî betal dike.

Di vê mehê de hûn mêvanê sifra menewî ya Xwedê Teala ne, ji wê sifrê de para xwe hilgirin û baş binirxînin.

Ev meheke wusa ye ku şeva qedrê (leyletul qedr) tê de ye, rêya hezar mehan di şevekê de derbaz dibî. Remezan; sebir, şikur û zanîna qedr û qiymeta nîmetên Xwedê Teala nîşanê me dide û me dide hînkirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.