1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Reqa: Bajêr wêran e û xelk di nav xizaniyê de ye
Reqa: Bajêr wêran e û xelk di nav xizaniyê de ye

Reqa: Bajêr wêran e û xelk di nav xizaniyê de ye

Piştî 7 cejnên bi şer û alozî û herwiha wêraniyeke mezin, nîştecihên bajarê Reqa ya Sûriyê îsal jî Remezanekî bi zehmet derbas dikin. Li gel nêzîkbûna cejnê nîştecihên bajêr di nava kavilan de xwe ji amade dikin lê dilê wan ne xweş e.

A+A-

 

 

Ji ber şer û pevçûnan û herwiha bombebarana firokeyan, %70yê bajarê Reqayê wêran bûye. Piraniya avahî û xanî hilweşiyane. Herçend DAIŞ di bajêr de nemaye lê xelk ji ber zor û zehmetiya debara jiyanê, nikarin dilxweş bin.

 

Hemwelatiyê bi navê Casim Salih dibêje: “Rêxistinên navdewletî ti tiştek nedane me. Bi navê Xwedê sond dixwim ku kîsekî şekir jî nedane me. Ez koçberê Dêrezorê me û endazyar im lê me ti alîkarî wernegirtiye.”

 

Cade û kolanên bajar jî xirabûne lê xelk bi neçarî ji bo debara jiyana xwe ya rojane, li kolanan kelûpelan difiroşin.

 

Hemwelatiyê bi navê Ebdullah Mihemed jî dibêje: “Ew kesên malên wan xirabûna deyndar in û rewşa wan a aborî pir ne baş e, gelek pirsgirêkên wan hene. Em ê di van şertan de çawa pêşwaziya cejnê bikin? Nexweşî ew hinde zêde û mezinin ku xweşiya cejnê û xweşiyên din jî ji bîra me dibin. Xema me ya mezin jî ew e ku niha welat bi tevahî wêran e. Xelk dixwaze nefesê bide û dest bi nûjenkirinê bike.”

 

Xelkê Reqayê 7 cejn di bin destê rêxistina DAIŞê de derbaskirin.  Ew niha behsa çîrokên nexweş ên wan cejnan dikin.

 

Dikandarê bi navê Yehya jî ku ev du meh in dikana xwe nûjen dike, dibêje: “Ev çend sal in xweşiya cejnê li Reqayê nemaye. Cejnên wê demê ne xweş bûn. DAIŞê birayekî min bir û wenda kir.”

 

DAIŞê bajarê Reqayê ji xwe re kiribû paytext. Ev 8 meh in bajêr ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ji destê wê rêxistinê hatiye derxistin. Nebûna av û elektirîkêü metirsiyên ewlekartiyê nûjen nekirina avahiyan sedemên sereke ne ku koçberên bajêr venagerin malên xwe.(rudaw)

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.