1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. Rêveberiya Xweser 631 girtî serbest berdan
Rêveberiya Xweser 631 girtî serbest berdan

Rêveberiya Xweser 631 girtî serbest berdan

Hevserokê Desteya Rêveber a Cizîrê Telet Yûnis jî got: “Kesênn ku cirmên mezin nekirine em derfetê bidin wan, daku hezkirin di nava civakê de çê bibe, em dixwazin careke din derfetê bidin wan vegerin jiyanê.”

A+A-

Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD), ragihand ku di çarçoveya biryara lêborîna giştî de, ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin, 631 girtiyên ku bi tohmeta terorê hatibûn girtin û dema nîvê cezayê girtina wan derbas bûye, têne serbest berdan. Herwiha 253 girtî jî, ji nîvê cezaayê xwe sûdeyê werdigrin.

Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk Emîne Omer da zanîn, ku li ser biryara lêborîna giştî ya Rêveberiya Xweser û piştî lêkolînên ji aliyê Komîteya Girtiyan ve, Encûmena Dada Civakî û Desteya Rîsipiyan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, di derbarê rewşa girtiyan de, 848 girtî li ser asta Bakurê Rojhilatê Sûriyê dikevin ber lêborînê, ji wê hejmarê, îro pêncşemê 631 têne serbes berdan.

Malbatên girtiyên DAIŞê îro li ber deriyê girtîgeha Elaya li Qamişlo li benda zarokên xwe wergirtin ku niha ketine ber biryara lêborîna giştî ya ku 10 vê mehê Rêveberiya Xweser derxist.

Ebdullah Elbêjo xelkê Reqayê ye û birayê girtiyekê ye dibêje: “Bi DAIŞê re bû, lê şikir ji Xwedê re serbest hat berdan, spas jib o Xwedê û ji bo aliyên peywendîdar.

631 kesên Sûrî ku beriya niha DAIŞî bûn û nîvê hukmên xwe birîne ketin ber biryara lêborîna giştî ya Rêveberiya Xweser. Dosyayên 253 kesên din jî vekirî dimîne heya ku bigehêjin nîvê hukimê xwe û ew jî bêne  berdan, yên ku heya niha xweradest nekirine, piştî xwe radestkirinê, ev biryar dê wan vedigre.

Hevserokê Desteya Rêveber a Cizîrê Telet Yûnis jî got: “Kesênn ku cirmên mezin nekirine em derfetê bidin wan, daku hezkirin di nava civakê de çê bibe, em dixwazin careke din derfetê bidin wan vegerin jiyanê.”

Kesên têne berdan ji aliyê Encûmena Dadweriya Rêveberiya Xweser ve tên palpiştîkirin, destê wan di kuştin û encamdana tawanan de tune ye, lê yên ku kuştin kirine, mîr û serkirdeyên DAIŞê nayên serbest berdan û di nava 7 zindanên Rojavayê Kurdistanê de girtî dimînin heya wê dema ku bi biryareke navdewletî dadgeheke taybet ji wan re bê avakirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.