1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Wezareta Rêveberiya Xwecihî ya hikûmeta Sûriyê de hatiye pêkanîn.

A+A-

Piştî destpêşxeriya Encûmena Sûriyeya Demorkatîk û destpêkirina danûstandinan bi Şamê re, hat ragihandin, ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûriyê li ser avakirina komîteyeke hevbeş li hev kirine. Li gorî vê rêkevtinê, komîteya hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Wezareta Rêveberiya Xwecihî ya hikûmeta Sûriyê de hatiye damezrandin.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî) û endamê desteya serokatiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), Nisredîn Ibrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, ku komîteya hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Wezareta Rêveberiya Xwecihî ya hikûmeta Sûriyê de hatiye damezirandin.

 

Di hevdîtina şandeya Encûmena Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyê de ku li Şamê hatibû encamdan, biryar hatibû dayin, ku çend komîteyên hevbeş di navbera her du aliyan de bên damezirandin û gotûbêjên navbera wan berdewam bin.

 

Ji aliyê xwe ve, Endamê Komîteya Serkirdayetiya Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Wehdê), Hisên Bedir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re raghihand, ku roja Çarşembiyê 8ê Tebaxê şandeyeke Rêveberiya Xweser li ser vexwendina hikûmeta Sûriyê gihîştiye Şamê.

 

Li gorî Bedir, şande bi piraniya xwe ji pisporên yasayî pêk tê û tê pêşbînîkirin, ku di hevdîtinên navber aher du aliyan de şêweyê îdaredana herêmên Rêveberiya Xweser bihêne gotûbêjkirin.

 

Endamê serkirdayetiya Partiya el-Wehdê ku di nav Encûmena Sûriyeya Demokratîk de cih digire, herwiha diyar kir, ku çûna vê şanda Rêveberiya Xweser ji bo Şamê di çarçoveya lihevkirina her du aliyan de li ser damezirandina komîteyên hevbeş tê encamdan.

 

Pêştir di 26ê Tîrmeha 2018ande  şandeke payebilind a MSDê ku Îlham Ehmed serokatiya wê dikir, ji Qamişlo ve ber bi Şamê birêketibû û bi rayedarên hikûmeta Sûriyê re civîn pêkanîbû.

 

Encûmena Sûriyeya Demorkatîk didaxuyaniyekê de li ser civîna 26ê Tîrmehê gotibû: “Di encama civînê de, biryarên bi vî awayî hatin dayîn ku komîte li ser hemû astan werin avakirin, da ku diyalog û danûstandin werin pêşxistin û bigihîjin bidawîkirina tundî û şerê ku gel û civaka Sûriyê kire metirsiyê, ji aliyekî din ve jî nexşerêyek were dayîn ku rê ber bi Sûriyeke demokratîk û nenavendî were vekirin.ʺ

 

Herwiha Hevserokê MSDê Riyad Derar jî pêştir dabû xuyakirin, ku ew dixwazin diyalog berfirehtir bibin û kar dikin ji bo pêgihiştina bi nexşerêyekê derbarê çareseriya krîza Sûriyê û dewleteke nenavendî.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.