1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. Rêxistina Efûyê: Herî zêde îdam li Îranê pêk hatin
Rêxistina Efûyê: Herî zêde îdam li Îranê pêk hatin

Rêxistina Efûyê: Herî zêde îdam li Îranê pêk hatin

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Amnesty International) herî zêde îdam ji terefê rejima Îranê ve hatine kirin.

A+A-

Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Amnesty International) raporta salane ya 2016an eşkere kir. Li gorî vê raportê di temamiya cîhanê de hejmara îdaman kêm bûye. Girêdayî encamên di dest de, di sala 2016an de 1031 kes hatine îdamkirin.

Wekî din li gorî heman raportê hejmara welatên ku cezayê bidarvekirinê heye di sala 2016an ji 61an kêm bûne û bûne 55. Herî zêde bidarvekirin 567 kesî li Komara Islamî ya Îranê bû ye. Piştê Îranê li Erebistana Siûdî 154 kes, Iraqê 88 û li Pakistanê jî 87 kes hatine bidarvekirin.

Ji aliyê din ve li gorî Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî, dibe ku li Çînê hejmara bidarvekirinan ji welatên din zêdetir bin, lê ji ber ku di destê wan de amar nînin, nikarin hejmara wan kesan hatine bidarvekirin bidin diyarkirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.