1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. " Riya hêz û serkeftinê di Yekîtiyê de ye"
" Riya hêz û serkeftinê  di Yekîtiyê de ye"

" Riya hêz û serkeftinê di Yekîtiyê de ye"

Xebata Tifaq a Kurdîstanî "Riya çareseriya pirsgirêka Kurd a mayînde, di çarçoveya rasteqînî, maf û edaletê de, ne bi siyaseta ewlehiyê ya ku nîşaneya zilm û têkçûnê ye, bi siyaseta aştiyane û hûmanîstî ye. "

A+A-

Xebata Tifaq a Kurdîstanê derheqê xespkirine vekiltiyan û girtina Leyla Güven, Musa Farisoğlu û Enis Berberoğlu daxuyaniyek şand; 

 

Vîna ku Wekîlên Xwe Hilbijart Dîsa Hate Xespkirin!

Di derheqê Leyla GÜVEN(Colemêrg), Musa FARÎSOGULLARI(Amed) û Enîs BERBEROĞLU(Stenbol) de di civîna 4 Pûşper 2020 an de bi lezgînî biryara dadgehê bi yek carî tevlî rojeva meclîsê hate kirin, biryar hate xwendin û ji wekîltiyê hatin daxistin. Piştî biryarê her sê wekîl jî hatin girtin û şandin girtîgehê. Bûyerên ku diqewimin nîşaneya têkçûna demokrasiyê ye . Di encamê de vîna gel a ku wekîlên xwe bi dengên xwe hilbijartin hate xespkirin. Wekîlên ku hatin girtin, ji aliyê YSK yê ve hatibûn pejirandin. Û ji sala 2018 an pê de ev bi vî awayî bû. Çima bi yek carî ji nişkê ve ev biryar hate guherandin, divê serokê TBMM birêz Mustafa Şentop ji raya giştî û dengdêrên ku bi vîna xwe wekîlên xwe hilbijartin re rave bike.

Muxalefeta serekî CHP ya ku di 20 Gulan 2016 an de biryara daxistina destnedana wekîlan di meclîsê de erênî kiribû divê lêborînê ji gel bixwaze. Îro li Kurdan zilm tê kirin û mafên wan tê binpêkirin, sibe ro li kesên ku temaşe dikin jî dê bê kirin. AKP ya ku di hilbijartina herêmî ya 31 Adar 2019 an de têk çû û têkçûnê hezm nekir di dêvla serokên şaredariyan ku bi vîna azad û adîl a gel hatibûn hilbijartin bi kayyimê rêveberên xwe bi cî kirin. Ev êrîş baweriya encamek e demokratik ya hilbijartina 31 Adarê ji holê rakir. Ji ber kayyiman li herêmê me nekarî dengdêrên xwe temsîl bikin. Desthilatdarên dewletê ên ku kayyiman avêtin ser vîna gel, ne ji aliyê muxalefeta serekî ne jî bi giştî rastî serhildan û li hember derketinekê nebû. Ji ber wê yekê jî niha hewl dide ku li bakur dest biavêje şaredariyên mezin ên ku ji dest çûne.

Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedîrxan a ku li Sêrtê hate rûxandin, li Efrînê ji bernameya perwerdehiyê derxistina Kurdî, girtina siyasetmedarên Kurd ên bi îddîayên bêserûber tên ceza kirin û êrîşên li hember siyaseta demokratîk û sifîl nayê pejirandin.

Em sepanên antîdemokratîk ku wek ji rêzê ye û vê hişmendiyê meşrû nabînin. Têkoşîna li hember vê hişmendiyê, tevî Kurdan berpirsiyariya lezgîn û sereke ya muxalefetê ye jî. An bi şirîkatiya hemû mexdûran dê têkoşîn bê kirin, an jî em dê bêdeng bimînin û bi mexdûriyetên kûr û mezintir rû bi rû bimînin.

Di serî de CHP û hêzên xurt ên siyaset a demokratik divê dest bidin hev û li hember zextên siyasî û zilmê têkoşîn bikin.

Riya çareseriya pirsgirêka Kurd a mayînde, di çarçoveya rasteqînî, maf û edaletê de, ne bi siyaseta ewlehiyê ya ku nîşaneya zilm û têkçûnê ye, bi siyaseta aştiyane û hûmanîstî ye. Ji bo ku li vî welatî demokrasî bêhn vede, çareseriyek e demokratik, sifîl û aştiyane divê. Riya hêz û serkeftinê di Yekîtiyê de ye. (Amed, 6 Pûşper 2020)

Xebata Tifaq a Kurdîstanî

(HaberAzad)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.