1. HABERLER

  2. POLİTİKA

  3. ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE!
ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE!

ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE!

"Afirandina erd û 'esmanan û cudahiya reng û zimanên we ji ayetên Xeda ne. Bê guman, di vana da ji bona  zana û aqilmendan delîlên bê hempa hene" (Rum/22)

A+A-

ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE!

 

"Afirandina erd û 'esmanan û cudahiya reng û zimanên we ji ayetên Xeda ne. Bê guman, di vana da ji bona  zana û aqilmendan delîlên bê hempa hene" (Rum/22)

 

Ez wek Serokê Partiya Însan û Azadiyê; 15'ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, bi taybetî ji gelê Kurd re û bi giştî jî ji hemû gelên bindest re pîroz dikem.

 

Ev roj bila careke din bide nîşan ku dagirkeriya li ser welat, ji hêla hemû Kurd û Kurdistaniyan ve di ête şermizarkirin.

 

Li Tirkiyê, perwerdeya zimanê Tirkî bi awayî fermî li ser me ya hatiye ferz kirin û bi me daye qebûl kirin!

 

Zihniyeta Kemalîst, pira çand, huner, wêje û dîrokê ji holê rakir û zimanê zikmakî înkar kir.

 

 Bi zordariya yek ziman, yek çand û bi înkar û asîmîlasyonê tov û tuxmê fitnê li nav hemû gelan reşand.

 

Divê dewlet bilez astengiyên li hember perwerdeya zimanên zikmakî rake û dawî li red û înkara zimanan bîne. Ji boy pêşketina hemî zimanan rê veke û piştevaniya pêşveçûna wan bike.

 

Pêwîste ji bo temsîliyetek raste rast, di nava hemwelatiyan de, makezagona binhehîn bête guhertin û terka yekîtiya ziman bête kirin, perwerdeya bi hemî zimanan were qebûl kirin.

 

 Em wek Partiya Însan û Azadiyê, bi taybetî ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyemîn, em daxazdiken ku bi lez û bez zagona binhehîn bête guhertin!

 

Partiya Însan û Azadiyê vê zilm û rûreşiya li ser ziman bi tu awayî qebûl nake.

 

Em vê yekê baş dizanîn hindî ku gelê Kurd bê statû û xweserî bin, zimanê wan jî dê herdem binpê û qedexe be.

 

Heker ev zilm û zordariya li ser zimanê zikmakî wiha berdewam bike, ev e ji bona tevî mirovahiyê şermeke rûreş e û ev şerm dê di vê qonaxa dîroka mirovahiyê de dê rûyê wan wek teniyê  her dem reş û tarîketin û wan wek rûreş û neyarên Zimanê Kurdî li hemû cîhana mirovahiyê diyarde ketin.

 

Em dîsa jî di bêjîn: Ew qeyd û bend çi bin bila bibin, em kar û xebatên xwe yên pîroz û bi rûmet nadeyne sekinandin û ji bo destxistina mafên xwe yên bingehîn û rewa dê her dem berdewam keyn.  Û her wusa jî mafê perwerdeya bi zimanê dayik û bikaranîna zimanê xwe di hemû warên civakî da, wekî hemû heq û azadiyên xwe yên bingehîn dê herdem parèzîn û tekoşîna wan li hemû qadên jiyanê bi zimanê xwe yê zikmakî û şirîn  bi sedan salan domînîn.

 

Serokê Partiya Însan û Azadiyê.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.