1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Rûsya: Balafira rûsî bi 'igla' hatiye xistin
Rûsya: Balafira rûsî bi 'igla' hatiye xistin

Rûsya: Balafira rûsî bi 'igla' hatiye xistin

Alîkarê Serokê Konseya Parastinê yê Rûsyayê Frants Klintseviç got, “Balafira me ya Su-25 li gor amarên destpêkê bi cureyeke MANPADê ya‘Igla' hatiye xistin.”

A+A-

Frants Klintseviç di derbarê balafira Su-25 ya ku li Îdlibê hat xistin de, agahî da çapemeniya Rûsyayê û anî ziman ku ji bo zelalkirina hemû şikên di derbarê xistina balafirê de û cureyê MANPAD a ku hatiye bi kar anîn, em bi hûrgulî dixebitin.

 

Klintsevîç ragihand, 'Li gor amarên nefermî Igla hatiye bikarînin.'

Senatorê rûsî Vladimir Şamanov jî beriya niha li baskê jêrîn ê Dûmaya parlementoya Rûsyayê di derbarê mijarê de gotibû: "Niha ne mimkun e ku em cureyê MANPAD a ku hatiye bikaranîn tesbît bikin. Heya ku em xurdeyê balafirê analîz nekin em nizanin ka gelo çi cure çek hatiye bikaranîn." (sputnik)

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.