1. HABERLER

  2. DÜNYA

  3. Rûsya bersiva daxuyaniya Erdogan ya li dijî Esed dide
Rûsya bersiva daxuyaniya Erdogan ya li dijî Esed dide

Rûsya bersiva daxuyaniya Erdogan ya li dijî Esed dide

Peyvdara Wezareta derve ya Rusyayê Maria Zaxarova di daxuyaniyekê de got, gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan yên derbarê Serokê Sûriyê Beşar Esed de bê tu bingehekewê ya rewa nîn e.

A+A-

Maria Zaxarova got, Sûriye dewleteke ku nûnerên wê li Neteweyên Yekbûyî (NY) hene, ev nûner li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) tên temsîlkirin. Lewra ev (daxuyaniya Erdogan) bingeheke xwe ya hiqûqî tune ye.

Erdogan duh di dema serdanekê de li Tûnisê gotibû, Esed kesekî terorist e û bi kuştina yek milyon kesan ji milletê xwe tawanbar e û nabe ew beşek ji çareseriya siyasî li Sûriyê be.

Wezareta derve ya Sûriyê jî, ji aliyê xwe ve bersîv da û got, Erdogan piştevanekî sereke yê terorê ye û ji ber rijandina xwîna li Sûriye de berpirs e.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.